Di dîrokê de Gundên Jinan

  • 09:08 6 Cotmeh 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Tiştê ku Jinwar ji gundên din ku di nava dîrokê de hatine avakirin cuda dike, jin xwe bi xwe bêyî ku hikûmetek wê bi rê ve bibe, xwe bi rê ve dibin. Jinwar dikare nasnameya xwe ya xweser derbixîne holê û bêje ez jin im, dikarim tenê bijîm û bidim jiyîn. Ne tenê ev Jinwar dikare bibe strageha tevahî jinên cîhanê jî. 
 
Sorgul Şêxo
 
Jinên ku li cîhanê hişmendiya mêr qebûl nekirine, ji xwe re gundên taybet ava kirine. Li ser bingeha hezkirin û jiyaneke wekhev jin li van gundan li dijî hişmendî û zordariya mêr hatine gel hevdu. Jinên ku şaristaniya mirovahiyê pêş xistine û dîrok parastine, her li dijî mêrê ku berhemên jinê diziye û kiriye milkê xwe, li berxwe daye. 
 
Gelek jinên ku ji ber zordariya mêr tengav dibin, neçarî întîharê dibin. Lê gelek caran jinan li dijî lêdan, îşkence, şîdet, tacîz û tecawîzê li berxwe dane. Wextê ku mêr asta pêşketin û zanebûna jinê ya di nava civakê de ferq dike vê carê ji bo jinê bixîne serî li fen û fîtneyan dide. Gelek jinên xwedî biryar hawirdoreke taybet ji bo xwe ava kirine da ku ji mêr dûr bijîn. 
 
Yekemîn gundê cîhanê yê bi navê Nueva de Cordeiro
 
Gundê yekem ê jinan li Başûrê Rojhilatê Birezîlyayê, di dawiya sedsala 19'an de, di sala 1891'an de hate avakirin. Gund ji aliyê Mariya Dî Lîma, ve hate damezrandin. Mariya, piştî ku bi xiyaneta hevjînê xwe re tê tawanbarkirin, neçar dimîne bajarê xwe terk bike. Mariya ji xwe û jinên ku ew jî rastî çîrokên bi vî rengî tên, gundekî ava dike û hemî jin bi hev re lê dijîn.
 
Kombûna jinan li wî gundî bi navê (Gerestêrka Jinan) dihate nasîn. Gund bi zagonên ku jinan diyar kiribû dihate birêvebirin. Eger mêrek jî bixwaze li wî gundî bijî, pêwîst e baş bifikire û bi baldarî tev bigere û hemî zagonên gund pêk bîne. Jinên ku bixwazin bizewicin jî hemî zagonan bi mêr didin fêmkirin ku çênabe sînorên xwe derbas bike. Destdirêjî, lêdan û hwd. divê tune be. Dema ku zagon qebûl kirin dikare di bin sîwana rêveberiya jinan de bijî. Jinên Birezîlyayê dikarîbûn bêyî mêr hemî derfetên xwe yê jiyanê pêk bînin, bêyî ku pêwîstiya wan bi mêr û alîkariya wî hebe. 
 
Umoja ya Kenyayê
 
Umoja li Bakurê Kenyayê di 1990'î de ji aliyê jina bi navê, Rêbîka Lolosolo ve hatiye damezrandin. Heta niha Rêbîka wekî Seroka gund tê nasîn. Rêbîka ji gundê xwe yê ku li Samburo dikeve ye. Piştî ku ji aliyê sê leşkerên Berîtanî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve rastî destdirêjiyê tê, direve û xwe dispêrê Rojavayî paytexta Niyorobîyê. Dema ku Rêbîka ber bi hevjînê xwe ve diçe jêre bûyerê vebêje, ji aliyê hevjînê xwe ve rastî lêdan û tundiyê tê û hevjînê wê piştgiriya wê nake û wê tawanbar dike. Rêbîka ji mal dertê û 90 rojî li çolê digere û radizê. Paşê 16 jinên ku rastî heman tiştî yan jî serpêhatiyên wan nêzî hev in, tê. Li erdekî ku hatiye terikandin bicih dibin û bi vî rengî gundê Umojayê ava dikin. Umoja ji bo jinên rastî tundî, îşkence û ji jin û zarokên ku bi temenekî biçûk dixwazin wê bidin zewicandin, dibe strageheke ewle.
 
Umoja tê wateya 'Tecrîd-Tenêbûn' û gund ji mêran re qedexe ye. Heya 2019'an 47 jin û 200 zarok lê dijiyan. Jinên gund çandinî, çêkirina zêr û karên din ên destan fêr bûne û pêşxistin e. Her wiha gund wekî navendek geştyarî hatiye vekirin, bi riya geştyariyê û hilberînên çandiniyê, wan kariye gundek yekgirtî ava bikin, tenê li ser pêkhateya jin û çavkaniyên xwe hene. Bi firotana wan tiştan ji tûrîstan re debara xwe dikin. 
 
Girava Jinan
 
Li Tacîkistanê, (Girava Jinan), ku li nêzî Çiyayên Ala El-Dîn ê ye, bi xwezayeke çiyayî û avhewa ya berfîn ku jin ji komara mayî veqetandî dijîn, dimînin. Jiyana wan li ser bingeha xwedîkirina pez û bizinan e, ev jî piştî hevjînên wan ji bo xebatê koçber dibin.  Zêdetirî milyonek mêr ji Tacîkistanê derdikevin u her sal diçin Rûsyayê da ku bixebitin. Hinek mêr jî da ku malbateke xwe ya nû ava bike koç dibin. Ev jî rê li ber jinan vedike ku bikaribin êdî xwedî li hêza xwe derkevin û xwe ava bikin û biparêzin. 
 
Înmel a Mexribî
 
Heman serpêhatî li Înmel a li Mexribê dubare dibe. Înmel bi 70 km dûrî bajarê Midelteyê ye. Înmel ji bo jinên ku li Çiyayan dijîn, kêfxweşiyek û hestekî pîroz ava dike. Di heman demê de jinan rola dayik û bav lîstin û li gorî wî barî derketin. Lewra li ser rûyên jinan xwebawerî, serbilindî, qabîliyeta berpirsiyarbûn û barên jiyanê, tên dîtin.
 
Gundê Misrê
 
Li Misrê jî nimûneyek ji gundekî jinan heye, ku li gundê El-Semaha, ku girêdayî bajarê Îdfu ye li Parêzgeha Eswan li Başûrê Misirê, tê temsîlkirin. Ji 18 sal û vir ve hikûmeta Misrê ev gund  tenê ji jinên ku hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane û jinên ku ji mêr hatine veqetandin û zarokên wan re hatiye veqetand, hiştiye. Ev gund ji mêran re qedexe ye. Ya ku bifikire bizewice jî yek ser wê ji gund derdixînin. 
 
Ev projeya gund di 1998'an de dest pê kir, dema ku Wezareta Çandiniyê biryar da ku du gundên nû tenê ji jin û jinên ku hevjînê wan mirine re ava bikin. Yekem ji wan di projeya Nûbariya de li parêzgeha Bûheyîra yê li Bakurê Misrê ye,  ya duyem jî di projeya Wadi El-Saayîda de ye li Parêzgeha Eswan, Başûrê Misrê ye. 
 
303 Malbat li gund dijîn
 
Li gund nêzî 303 malbat ku ji jin û zarokên wan pêk tên, hene. Xaniyên wan ji yek qatî pêk tê. Ji ber ku jin ji bo karanîna wan teqsîdan dide, di rewşa ku yek ji wan zewicî be, zevî û xanî ji wan têne veqetandin. Proje, li gorî nêrîna Hikûmeta Misrê, armanc dike ku pêşeroja zarokên malbatên ku malbata xwe winda kirine biparêze. Jinên gund di birêvebirina debara jiyana xwe de xwe dispêrin xwe.
 
Li gorî bernameya gund a rojane, serê sibehê zû radibin, paşê zarokên xwe şiyar dikin ku biçin dibistanê. Her wiha dayik jî zêde bi çandiniyê re mijûl dibin û vê wekî çanda xwe dibînin û pêş dixin. 
 
Jinwar a li Rojava
 
Yekem car li Rojhilata Navîn gundekî taybet ji jinan re tê çêkirin. Jinên gund di aliyê civakî, tendrustî, çandî û aborî de roleke sereke dilîzin. Jinan bi xwe gund ava kirin û xwe bi xwe jiyana xwe bi rê ve dibin. Jinwar stargeha tevahî jinên cîhanê ye, çimkî ne tenê jinên Rojavayê Kurdistanê, jinên Başûr û Bakurê Kurdistanê û gelek deveran lê bicih dibin. Jinwar yekem car e ku di dîroka Gelê Kurd de taybet di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêş dikeve. Bi armanca bihêzkirina jinên ku ji hêz û hebûna xwe dûr ketine jî Jinwar hat avakirin.  
Jinwar ne wekî jinên gundê din e, ji ber ku bi xwe bijişkê xwe ne û li ser destên xwe dermanê xwezayî çêdikin û bi kar tînin. Zarok bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin û ciwanê wê jî perwerdeya tendirustiyê dibînin. Jinên gund jî bi rihê komînal kar û xebatên xwe bi hev re dikin. Erdê xwe bi xwe cot dikin û tovan lê direşînin. 
 
Avakirina Jinwarê jî ji fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye girtin û pêkanîn. Jinwar li ser bingeha hevjiyana azad, ekonomiya ekolojîk û civakeke tendrustiya wê baş û hevrêtiya jinê hatiye damezrandin. Jinwar li ser bingeha ku jin ji jiyana xwe bi têkoşînê derbas bike hat avakirin. Jinwar jiyaneke dûrî geşedana teknolojiyê û pergala kapîtalîst e. Jinwar kesayeta jinên bêhêz diguhere. 
 
Kevirê yekem ê Jinwarê di Adara 2017'an de hate danîn û di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, wekî wêneyek ji bo pîrozkirina jinên kurd hate vekirin.
 
Gund ji 30 malî pêk tê
 
Gund ji 30 malî pêk tê, navendek tendrustiyê  û navendeke bi navê Şîfa Jin ku hemî dermanên xwezayî ji giyayên çolê çêdikin, lê hatiye bicihkirin, hatiye vekirin. Jin debara xwe bi xwedîkirina pez u çandiniyê dikin. Akademiyek li ser esasê perwerdekirina jinan jî hatiye vekirin. Di heman demê de mozayika dîrokî heye, berhemên jinan û alavên dîrokê lê hene. Dirûnxaneyek, cihê bêhvedan, xwarin û mêvanan jî hatiye çêkirin. Gund ji aliyê jinên gund ve li gorî nobetan, tê parastin.
 
Tiştê ku Jinwar ji gundên din ku di nava dîrokê de hatine avakirin cuda dike, jin xwe bi xwe bêyî ku hikûmetek wê bi rê ve bibe, xwe bi rê ve dibin. Jinwar dikare nasnameya xwe ya xweser derbixîne holê û bêje ez jin im, dikarim tenê bijîm û bidim jiyîn. Ne tenê ev Jinwar dikare bibe strageha tevahî jinên cîhanê jî.