Di nava şer de rêwitiya xwe bi serkeftineke mezin domandin

  • 09:03 3 Tîrmeh 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Li dijî hemû kiryarên dijmirovî, jin asta berxwedan û têkoşînê li hember hişmendiya desthilatdar û dagirkeran bilind dike. Jinên ku bi tundî, qetilkirin, tacîz û tecawizê rû bi rû man radestî zihniyeta dagirker nebûn û xeta berxwedanê hilbijartin.
 
Sorgul Şêxo 
 
Kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên wekî Ehrar El-Şerqiyê, Artêşa Nîştîmanî a Sûriyê ango Ceyîş El-Wetnî EL-Sûrî, Sultan El-Mûrad, Firqeya Hemzata û hwd. yên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bi taybet li dijî şêniyên Serêkaniyê û gundewarên navçeya Til Temirê kiryarên dijmirovî pêk tînin. Niha li Serêkaniyê kevneşopiyên DAIŞ'ê didin meşandin. Jinên Serêkaniyê nikarin bê çarşefa reş derkevin derve. Beriya 6 mehan du xwişk ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin. Li dijî qetilkirin û binpêkirina mafan bêdengiya navneteweyî dewam dike. 
 
Pêwîstî pê heye ku hemî rêxistinên ku mafê mirovan diparêzin ji bêdengiya xwe derên û li dijî dewleta tirk û komên girêdayî wê êdî helwesteke xwe ya cidî nîşan bidin. Bi êrîşan di heman demê de projeya netewa demokratîk a ku mafên gel ên wekheviyê diparêze hedef tê girtin. Ev êrîş bi destên Emeriqa û Rûsyayê jî tên kirin. Rûsya ji Efrînê vekişiya piştre dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîş kirin. Emerîqa jî piştre ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişiyan û dîsa tirkiye û komên girêdayî wê êrîş kirin. Gelê Kurd di her kolaneke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de li berxwe da. 
 
Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, niha jî Eyn Îsa û Til Temirê bi hezaran şervan axa xwe diparêzin. Ne tenê şervan gel jî bi jin, zarok, kal û pîr heya zarokên astengdar jî vê berxwedanê dimeşînin û muhra xwe jî li vê dîrokê dixin. Niha gundewarên navçeya Til Temir, Um El-Kêf,  Dirdara, Tewîla, Til Tewîl a Aşûriyan, Um El-Kêf a Aşûriyan, Um El-Xêr, Gozeliyê û Til El-Leben jî kêmanî nebe du rojan carekê tên topbarankirin an jî gulebarankirin. Lê dîsa jî gel li berxwe dide. 
 
Ez dixwazim li vir balê bikşînim ser gundekî ji gundê Til Temirê ku bi dehan serpêhatiyên berxwedanê lê hatine qeydkirin. Niha li Um El-Kêf bi sedan welatî lê dijîn, di her malekê de serpêhatiyek ku berxwedana wê ya li hember dagirkeriyê nîşan dide heye. Mînak şêniyên gund ku piraniya wan jî ereb in, navê Ş.Hevrîn Xelef li zarokên xwe kirine. Ev ne tesaduf e, ev berhema berxwedanê û tovên azadiyê ku hatine reşandin û çandin e. Zarokên astengdar jî li ber xwe didin, zarokên biçûk jî da ku balafir li gund û mala wan nexe bi bihîstina dengê balafiran dibezin kolanê û dilîzin. Bi hêviya ku lîstikên wan pêşî li top û bombebaranê bigirin. Şêniyên gundê Dirdara jî vê dibêjin ku teqez e ew ê rojekê şûna dengê top, balafir û hawanan dengê mûzîkê li welatê wan bilind bibe. Eger mirov behsa berxwedana sivîlan bike bi saetan nikare bi dawî bike, ji ber wê di her şerekî ku çêdibe de bi hezaran serpêhatiyên ku vê berxwedanê mayînde bike û ji nifşên nû re bihêle û ji wan re qal bike pir in. Heta wê rojê jî pîreke ji Gundê Um El-Xêr got "Êdî dil ji kiryarên dewleta tirk bi êş bûye", ev tê wê wateyê ku şerê yekemîn li dijî jinan û hêza wan e. 
 
Li dijî hemû kiryarên dijmirovî, jin asta berxwedan û têkoşînê li hember hişmendiya desthilatdar û dagirkeran bilind dike. Jinên ku bi tundî, qetilkirin, tacîz û tecawizê rû bi rû man radestî zihniyeta dagirker nebûn û xeta berxwedanê hilbijartin. Hemû jin li dijî dagirker û êrîşkaran bûn yek û li berxwe dan. Di nava şer de rêwitiya xwe bi serkeftineke mezin domandin.