Girê Spî di nava dagirkerî û tarîtiya terorê de dîl hatiye girtin

  • 09:04 13 Hezîran 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Kantona Girê Spî di bin zextên dagirkerî û di nava tarîtiyê de dîl hatiye girtin. Jinên li vê herêmê careke din di nava çarşefa reş de hatin windakirin û hemû kiryarên bê ehlaqî li ser jinan tên meşandin
 
Xezne Celal
 
Kantona Girê Spî bû şahidê gelek nakokiyên leşkerî û siyasî. Welatiyan ji komên dewleta tirk piştgiriya wan dike gelek êş dîtin, niha jî kanton di bin dagirkeriya dewleta tirk û hevkarê wê de ye. Kiryarên ne mirovî li ser welatiyan didin meşandin û bi hezaran welatî dan koçberkirin.
 
Kantona Girê Spî li ser sînorê di navbera Sûriyeyê û tirkiyeyê de ye, li Rojavayê Kurdistanê dikeve. 100 km. li Bakurê bajarê Reqqayê ye û 60 km. li Rojhilatê Kantona Kobanê ye. Di kantona Girê Spî de deriyek heye, tê re derbasî navçeya Kaniya Xezalan a Bakurê Kurdistanê dibin. Her wiha kaniya avê ya Eyn Arûs jî nêz Girê Spî ye. Navê Girê Spî ji girê dîrokî hatiye. Niştecihên wê xebatên bazirganî û çandiniyê dikin, hin ji wan jî xebatên pîşesaziyê dikin. Çandiya herî girîng jî genim, ceh, garis, pempû, darên mişmiş û hinaran e. Her wiha gelek kaniyên avê di nava bajêr de hene. 
 
Dema ku Kantona Girê Spî di bin serweriya Rêjîma BAAS'ê de bû, welatiyan gelek zilim û zehmetî dîtin, di hemû mijarên jiyanî de kêmasî derdiketin. Tevî ku herêmeke stratîjîk e tu pêşketin tê de nehatin kirin, dewleta Sûriyeyê tim hewl dida ku herêma Girê Spî bike jêdera aborî û bazirganiyê. Piştî şoreşa Sûriyeyê çeteyên Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra di 18'ê Cotmeha 2012'an de herêm dagir kirin. Dewleta tirk piştgiriya van çeteyan dikir. Çeteyan dest bi tevlîheviya di navbera pêkhateyan de kirin û welatiyên Kurd bi darê zorê dan koçberkirin, mal û milkên wan dizîn û li bazarên tirkiyeyê hatin firotin. Di heman demê de tiştên dîrokî yên herêmê jî hatin dizîn û firotin. Di dema dagirkeriya wan de hemû nirxên civakî û jinan hatin tunekirin.
 
Di 30'yê Hezîrana 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê herêma Girê Spî bi awayekî giştî kirin bin dagirkeriya xwe. Piştî şerekî dijwar ku di navbera herdû aliyan de qewimî DAÎŞ'ê bajar dagir kir û jiyan li welatiyan kir zindan. Bi dagirkirina Çeteyên DAIŞ'ê re dojeha ku li Girê Spî bi destê hêzê çeteyên din hatibû destpêkirin bi destê çeteyên DAIŞ’ê gurtir bû. Li Girê Spî jiyan li gel û jinên li herêmê hate herimandin. Jin ne tenê bûn karkerê bê heqdest, di heman demê de ew kirin meta û hemû nirxê jinbûyîn û mirovî ji destên wan hate girtin. Jinên  vê herêmê neçarî cil û bergên reş ên ku çeteyan bi awayekî hovana  ser wan ferz dikirin li xwe kirin. Ew ne tenê neçarî cilên reş kirin di heman demê de dengê jinan li kolanan, bazaran û di nava malê de hate qedexekirin. Jinên li vê herêmê û niştecih her roj dihatin revandin, kuştin, tecawizkirin û hemû kiriyarên dermiovahî li ser welatî û jinan dihatin meşandin.
 
Gelê herêmê saleke tijî  zlima ji destê çeteyên DAIŞ'ê dîtin, di nava salekê de bi sedan welatî hatin girtin, revandin, îşkencekirin û kuştin. Di heman demê de bi kiryarên ne mirovî û ne exlaqî re rû bi rû dihatin. Piştî van binpêkirinan gelê herêmê êdî li dijî wan derdiketin. Şêx û serokên eşîran ên Girê Spî bang li Şervanên YPJ/YPG'ê kirin ku wan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Şervanên YPJ/YPG'ê bi ser hawara gel de hatin û di 6'ê Gulanê de dest bi hemleya şehîd Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina çiyayê Kizwanan, Til Temir, gundewarên Serêkanî û bajarokê Mebrûka kirin. Di çarçoveya hemleyê de di 15'ê Hizêrana 2015'an de Kantona Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin. 
 
Piştî rizgarkirina Girê Spî welatiyên herêmê hêza ewlehiya hundirîn ava kirin û di warê parastina herêmê de bi erka xwe rabûn. Di 21'ê Cotmeha 2015'an de Girê Spî wek kanton hat ragihandin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat avakirin. Li ser bingehê netewa demokratîk pêkhateyên herêmê bi awayekî wekhev, demokratîk û azad bi hevdu re dijiyan. Li gorî pêwistiyan sazî û dezgeh hatin vekirin û gel xwe bi xwe rêveberiya xwe ava dikirin. Saziyên xweser û giştî bi hevdu re parastina herêmê dane destpêkirin û cara yekem zagona hevserokatiyê li herêmê hate destpêkirin. Jinan di nava saziyan de vîn û îradeya xwe nîşan dan, di hemû qadên jiyanê de wek siyasî, civakî, aborî, leşkerî û çandî de rola xwe lîstin. Jinan bi rêya perwerde û rêxistinkirinê hemû bend, stûn û sînorên ku azadî û fikirê wê dîl girtibûn, şikandin.
 
Gelek serkeftin û pêşketin li herêman hatin bidestxistin û aramî li herêmê belav bû. Lê dewleta tirk bi armanca dagirkirina kantonê her roj gef û êrîş li herêmê dixwar, armanca sereke ya dewleta tirk a ji dagirkirina Girê Spî tunekirina projeya netewa demokratîk e. Gelek caran êrîşî herêmê kir û di encama êrîşan de bi dehan welatiyên ser sînor jiyana xwe ji dest dan. Di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevpeymanek di navbera Emerika û Tirkiyeyê de li ser mekanîzmeke ewle li ser sînorê Sûrî-tirkî hat çêkirin da ku tengasiyê herêmê kêm bikin û Emerika 18 xalên çavdêriyê li ser sînor damezrand. Yekem dewriya hevbeş a tirkî-Emerikî di 9'ê Îlona 2019'an de pêk hat. Lê dewleta tirk û hevkarên wê dev ji gefên xwe bernedan û di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî Girê Spî kirin, ev yek jî piştî vekişandinên hêzên Emerika di 7'ê Cotmeha 2019'an de ji xalên çavdêrî yên li ser sînor pêk hat. Di êrîşan de dewleta tirk çeteyên cîhadîst, çekên giran û yên qedexekirî bi kar anîn.
 
Dewleta tirk û hevkarên wê bi rêya bejahî û hewayî êrîşî deverê kirin qaşo bi armanca paqijkirina wê ya 'ji terorê'. Bi vê yekê dewleta tirk, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û gel ji tarîtiya wan rizgar kirin, tewanbar kir. Piştî berfirehkirina êrîşên hewayî ên li ser herêmê, dewleta tirk û hevkarên wê kantona Girê Spî dagir kirin. Operesyona qaşo 'kaniya aşîtiyê' ya dewleta tirk di encama komkujiyên ku di derqehê sivîlan de pêk tîne bû kaniya xwînê. Her wiha bi hezarna welatî bi darê zorê dan koçberkirin. Welatiyê ku koçber bûn li kampa koçberên Girê Spî ya li bajarokê Til Semin ku Bakurê Reqqayê dikeve, dimînin. Welatî li kampê nava mercên herî zehmet dijîn. Ji destpêka dagirkirina Girê Spî heta roja me ya îro dewleta tirk û hevkarên wê binpêkirin û kiryarên herî qirêj di derheqê sivîlan de pêk tînin û siyaseta kuştin, revandin û guhertina demografiya herêmê, didin meşandin. Dewleta tirk û komên girêdayî wê dîrok û şaristaniya herêmê wêran kirin, zeviyên welatiyan dişewitînin, navên çeteyên xwe li tax û qadan kirin, dêr û mizgefên olî wek navendên wan tên bikaranîn. Mal û milkên welatiyan didizin û malbatên çeteyan li şûna malbatên resen ên herêmê tên bicihkirin. 
 
Dewleta tirk bi salan e bi her rengî piştgirî da komên terorîst ên li Girê Spî. Tenê navên komên çete hatin guhertin, lê siyaseta terorîstan yek e. Ji aliyekî din ve, dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan derbarê kiryar û binpêkirinên dewleta tirk de ji bo parastina berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re bê deng in. Kantona Girê Spî di bin zextên dagirkerî û di nava tarîtiyê de dîl hatiye girtin. Jinên li vê herêmê careke din di nava çarşefa reş de hatin windakirin û hemû kiryarên bê ehlaqî li ser jinan tên meşandin.