Ger ku baskê dayê Hacer hebûya wê bifiriya...

  • 11:15 6 Nîsan 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Ger ku baskê dayê Hacer hebûya wê bifiriya. Min vê di çav û dilên wê de didît. Wê demê min ji xwe re got; “Erê ma ev ne azadiye çî ye? Ma qey azadî çî ye? Ger ku mirov di kêliyan de vê hestê bijî, di tevahî rih, hest, fikir û bedana xwe de ma ne ev yeke...”
 
Rojarya Royem
 
Gelek gotin û gelek hest heye ne ku ne bi lêvkirin, nivîsandin û ne jî mêzekerin dikare rastiya wê vebêje. Tenê ew dikarin pênaseya rast têkiliya di navbera xwe û ya bi Rêberê xwe de bikin. Tenê ne hestê minnetdariyê ye, hestekê ku ne mirovên wêjevan, ne mirovên ilimdar ne jî mirovên civaknas dikarin ji bo vê yekê dahurandin û gotinên rast bikin. 
 
Ger ku heskirinek rast hebe di ev serdema ku em tê de dijîn ew jî heskirina dayikan ya li hember Rêberê xwe ye. Ji bo mirovan nirxê herî mezin ew e ku mirov ji nû ve vegere ser cewhera xwe û ji nû ve heqîqeta xwe dest bixe. Dayik û jinên Kurd jî vê yekê pir baş fêm kirine. Dizanin ku jin û jiyan cardin li ser vê axa pîroz wê bi destê jin jîndar bibe. Ev zanistiyekê gelek dîrokî ye ku bi dayikên Kurd re hatiye pêşxistin. 
 
Dayikên me xwe gihandina feraseta ku jiyanek çawa û mirov çawa bijîn. Ev ferasete di wan de nirx û girêdanek bêhempa û bê hesap avakiriye. Xwe gihandine zanistiya fikrê "jin hêza jiyan û ya jiykirinê ye ye". Dayik û jin xwe bi her awayî xwe perwerde dikin ku xwe nû vê veguherînin tevahî derfet hatine avakirin. 
 
Ya herê zêde wate û girîngiya 4’ê Nîsanê dibîne û wek zayîna xwe digire dest jî cardin dayik û jin in. Bi heycan û kelecanek bê gotin vê rojê pêşwazî dikin. Tu zor û zehmetî û astengî ji bo wan nabe kêşe. Çi dibe bila bibe vê rojê pîroz dikin. Ji ber ev roj roja wan e vê rojê ayîdê xwe dibînin û digrin dest. Daran diçînin da ku hêvî û baweriyê wan her tim jîn û şînbe. 
 
Em di kolanên Maxmûrê de di meşiyan, dayika bi navê Hacer şîtlên darên hinar û tuyê xistiye kîsek û daye bişta xwe û berbi cihê ku wê dara biçîne ve diçe. Ya rast kêyfxweşiya wê hêjayî dîtinê bû. Lez û bez di meşiya, min xwest ez şitlên wê ji destê wê bigirim lê neda got; “na na keça min ez ê bi xwe bibim min van darane ji bo vê rojê bi xwe çandine, bûne şitil min derxistin û ez ê niha bibim biçînim.” Bi gotina dayê re min jî bi rûkenî got; “wîî dayê qe tu şitilek nadî min jî ez jî biçînim?” Dayê Hacer bi rûkenî bersiva pirsa min da û got; “delala min ez çawa nadim hema tu bixwaze.” Bi ken û nîqaşê re ez û dayê Hacer em ber bi cihê dar çandinê ve meşiyan. 
 
Ger ku baskê dayê Hacer hebûya wê bifiriya. Min vê di çav û dilên wê de didît. Wê demê min ji xwe re got; “Erê ma ev ne azadiye çî ye? Ma qey azadî çî ye? Ger ku mirov di kêliyan de vê hestê bijî, di tevahî rih, hest, fikir û bedana xwe de ma ne ev yeke.”
 
Dibe ku dayê Hacer di tu temenê xwe de van hestan jiyan nekiribe, hestên ku van kêliyan de jiyan dike. Ew hêstên ku dijî min di bibîkên çavên wê de didît, lê ew bi tevahî rih û hestên xwe de jiyan dikir. Ji bo vê yekê ye ku tenê ew dizanin, ew dikarin vê heskirinê bi lêv bikin, nav bikin û pênaseya wê bikin. Tişta ku em nizanin ew dizanin.