Helwest û Tevgera Ji bo Parastina Zimanê Dayikê

  • 09:08 21 Sibat 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Helwest û tevgera ji bo parastina Zimanê Dayikê, civakê mîna damarê Vena Pulmonalîs bi jiyanê ve girê dide. Damarê Vena Pulmonalîs xwîna paqij ji pişikê (kezeb) dişîne dil û dibe sedema jiyana mirovan. Girêdana bi jiyanê û mîrateya aramiya civakekê ye. Sedema girêdana bi jiyanê re jî di esasê xwe de li ser hebûnê hatiye avakirin. Alava herî xurt a nûnertiya hebûnê dike Zimanê Dayikê ye. 
 
Roza Metîna
 
Perperok û karîdes xwedî taybetmendiyek girîng in. Rengên ku ew dibînin, mirov nikarin bibînin. Her zindiyên li ser rûyê erdê xwedî wate û siûdek cuda ne. Mirov jî bi aliyên xwe yên dibin sedema têkoşîna hebûnê bi siûd in. Yek ji kirdeya herî girîng a dibe sedema têkoşîna hebûna mirovan bêguman zimanê dayikê ye. Mirovên ku gihaştine cewhera zimanê dayikê dikarin xwe bi qasî perperok û karîdesên ku rengên mirov tênagihêjin dibînin, bi siûd hês bikin.
 
Kesên gihaştine cewhera zimanê dayikê, bi biwêj, zûgotinok, pêşgotin, çîrokên xwe asoya mejiyê xwe berfireh kirine û bi vî rengî her li dijî polîtikayên şerê taybet li berxwe dane. Bûne şopdarên çanda dengbêjiyê û xwe gihaştine gencîneya ji tovên  jêhatîbûna xwedawendan. Lê nedane dû çarenûsa di nava qaliban de asê maye. Çarenûsa xwe bi xwe diyar kirine. Nûnertiya remza xwebûna civakê kirine û di çavên neyarên ku jehra dûpişkan ji wan re wekî paşîvê hilaniye bûne kelem. Kêmasiyên ku di dilê mirovan de dibin sedema birîneke kûr bi vê helwestê hatiye berbelavkirin. Loma helwest û tevgera ji bo parastina zimanê dayikê mîna nîşandayina qudreta parastina ji nezerê ye. Di heman demê de qudreta parastinê ya li dijî pûtên dibin sedema zîvirandina çerxa dewamiya bişaftinê ye. 
 
Helwest û tevgera parastina ji bo zimanê dayikê di heman demê de derûniya ku  bingeha jiyana mirovan ava dike bi teşe dike. Fikir û ramanên di binhişiya mirovan de olan dide li gor derûniya mirovan derdikeve holê û çarenûsa  me ya têkoşînê bi vî rengî diyar dibe. Dema mirov bi zimanên cuda difikirin jî wergirtina sûdê û baweriya sekna li dijî bişaftinê di bin sîwana derûniyek baş de xwe radixîne pêş çavan. Çimkî dema em li gelek welatên pêşketî dinêrin girîngiyê didin pirzimanî û pirçandiniyê. Li gelek welatên pêşketî ne tenê zimanek çend ziman bi hev re zimanê perwerdeyê ne. Li wan welatan têkoşînek parastinê ya ne tenê ji bo zimanê xwe ji bo zimanên gelên din jî heye. Li welatekî ger têkoşîna parastina ji bo zimanên cuda hebe wî welatî di qada demokrasî, wekhevî û pîvanên ehlaqî de gavek girîng avêtiye. Parastina ji bo zimanên cuda di heman demê de bingeha ehlaqekî baş jî ava dike. Ezezoktiyê li dû deriyên xirbeyên hilweşandî dihêle. Her wiha têkoşînek di qada navneteweyî de jî derdikeve pêş. Niha bi qasî girîngiya têkoşîna ji bo Zimanê Kurdî ya li çar aliyan di heman demê de girîngiya di qada navneteweyî ya ji bo Zimanê Kurdî jî gelekî girîng e. Helwest û tevgera ji bo parastina zimanê dayikê ya di qada navnateweyî de dohnê li ser kezebê dihelîne û dibe sedema danasîna çand û hunera bi wî zimanî tê kirin jî. 
 
Helwest û tevgera ji bo parastina Zimanê Dayikê, civakê mîna damarê Vena Pulmonalîs bi jiyanê ve girê dide. Damarê Vena Pulmonalîs xwîna paqij ji pişikê (kezeb) dişîne dil û dibe sedema jiyana mirovan. Girêdana bi jiyanê û mîrateya aramiya civakekê ye. Sedema girêdana bi jiyanê re jî di esasê xwe de li ser hebûnê hatiye avakirin. Alava herî xurt a nûnertiya hebûnê dike Zimanê Dayikê ye. 
 
Zimanê Dayikê mafekî rewa yê navneteweyî ye. Ji bo parastina vî mafê navneteweyî li gelek welatan têkoşîn hatiye dayin. Gelên Baskî û Bengalî jî sembolên ji vê têkoşînê ne. Gelê Baskî li dijî sîstema Diktatortiyê ya Franco li ber xwe daye û di encamê de gihaştiye armanca xwe. Bengaliyan jî di encama têkoşînek mezin de ziman û nasnameya xwe ji bişaftinê rizgar kiriye. Qedexeya li ser ziman û nasnameyê ya bi dijminatî tê kirin her dem bûye niqurçkeke zextê. Li dijî niqurçkên zextê rêxistinbûyin û pêşxistina hestên neteweyî û bi vê yekê girêdayî girtina tedbîra li dijî dijmin xalên sereke yên sedema jiyanê ne. Belasebe mezinên me negotine  ‘dijminê te girêkek be jî dîsa hesabê xwe bike’.