Rewşa jinan li Başûr ber bi ku ve diçe?

  • 09:04 17 Kanûn 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Dema şidet tê gotin bêguman navnîşanek berbiçav heye. Ew jî şideta mêr û zihnîyeta baviksalarî ye. Bûyerên şidetê weke çîrokeke takekesî tên dîtin û lêkolînkirin. Rêya çareserîyê jî piranî di lêkolînên polîs û sazîyên dewletê de sînordar e
 
Necîbe Qeredaxî 
 
Dema tu li rewaşa Başûrê Kurdistanê binêrî tu matmayî dimînî ku ji ku derê dest bi nirxandinê bikî Ji çavkanîya pirsgirêkan dest pê bikim ez ê ji bin vê dernekevim. Gelo bi encam dest pê bikim, wê alî rêbaz de mirov bikeve nava şaştîyan, ji sedeman bigirim, ne deh û ne sedan e. Ji nirxandina ser kîjan beşên civakê dest pê bikim? Êdî hema hema herkes di nava rewşa mexdûrîyetê de ye. 
 
Ji bo mirov rewşê fam bike divê bi dîmenên giştî ya navenda bajarên Başûrê Kurdistanê neyê xapandin. Divê mirov li tiştên nayên dîtin bigere. Çend cihên ku alî civakî de rewşê têra xwe vedibêjin, hene. Ya yekem: Beşa şewat a nexweşxaneyên Başurê Kûrdistanê. Dûyemîn: Beşa lêkolîn a bûyerên rojneyî ya daîreya polîsan e. Di ya yekemîn de bi dehan jinên “xwe” şewitandine hema hema li hemû nexweşxaneyên Başûr hene û piranî jî piştî demekê, jiyana xwe ji dest didin. Piştî mirinê jî çirokên li dora bûyerê bi xwe re dibin mezel, ne delîleke li pey xwe dihêlin û ne kes jî li ser wan dipeyvin. Kesûkarên wan jî bi têgîna “ namûsê” ser çirokên wan digirin û dikin nava bêdengîyan. Jixwe agir bi serê xwe mijara lêkolîneke civaknasî ye “ çima timî agir?”.  Polîs jî ji sedî 90 zêdetir ser bûyeran digirin. Bi taybet jî dema jin ji malbetên mezin an jî eşîretek an jî yek ji xizmên wan di nava meqameke rêvebirîya dewletê de be, di carêkê de çirokên wan tên windakirin. Polîs û alîyên lêkolîner ji bûyeran dubare û hezar bare dibêjin” em lêkolîn diken”. 
 
Ji salên 1991'an û vir ve salane herî kêm 300 jin tên kuştin û xwe dikujin û piranî bi rêbaza agir û fişekan tên kuştin an jî xwe dikujin lê dema bûyer germ in hevoka “ em lêkolîn dikin” tê gotin û pişt re jî herkes ji bîr dike. Di vê rewşê de mexdûrên van çîrokan bi komek birînên civakî li dora xwe xelekek ji êş û binketina derûnî ava dikin û piranî bêdengî û matmayîmayîna dora van çîrokan di nava mijê de dimîne û her çîrokekê bêdengiyeke kûrtir ava kiriye. Min hin ji wan bûyeran  lêkolîn kir û ji çavkanîyên nêzî bûyeran kom kir, encamên ji van lêkolînan mirov di nava xemgîniyê de dihêle lê kîneke din bi mirov re ava dike. Medya û kesên peywendîdar jî bi yek gotinê van bûyeran îfade dikin. Bi gotina şidetê ser gelek xerabiyan digirin. 
 
Dema şidet tê gotin bêguman navnîşanek berbiçav heye. Ew jî şideta mêr û zihnîyeta baviksalarî ye. Bûyerên şidetê weke çîrokeke takekesî tên dîtin û lêkolînkirin. Rêya çareserîyê jî piranî di lêkolînên polîs û sazîyên dewletê de sînordar e. Zihnîyeta baviksalarî jî weke pirsgirêkeke takekesî tê dîtin. Ji bandora sazîyên dewletê cuda tên girtin. Rewşa herî xirab jî, nerazîbûn û refleks li dijî vê yekê êdî nayên dayîn. Di sala 1990'an de pozê jineke bi navê Kejal hat jêkirin. Li dijî vê yekê bertekek tund divê bihata nîşandan. Lê reaksiyonek baş û berbiçav nehat nîşandan. Tenê çend kesî ji bo wicdanê xwe rehet bikin li ser tora medyaya civakî parve kirin. Tenê bi vê parvekirinê te got qey şoreş pêk anîne.
 
Hin jinên rastî şidetê tên, berê xwe didin stargehên jinan. Ev stargeh bi pereyên sazîyên navneteweyî yên girêdayî dewletên Ewropa û Emerîkayê hatine vekirin. Jin û mêrên weke nûnerên van sazîyan kar dikin xwe weke model û jinên şidetê dibînin weke mexdûr dibînin. Ev nûnerên van saziyan jinên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin paşketî û xwe jî pêşketî û pisporê nirxandinên peyva “şidetê” dibînin. Dema min ji çend ji wan kesên di nava van karan de ne pirsa bi bawerîya te “şidet çi ye?” kir, ji bersiva wê/wî min ferq kir ku çi qasî ji rastîya bûyeran, kokên pirsgirêkan û pêrspêktivên çareserîyê dûr in. Bêguman ez di ferqê de me ku em ji du goşeyên cuda li her tiştî dinêrin. Lê ne pêkan e ew qasî mirov xwe ji heqîqet û rastîyên civakê dûr bixin. 
 
Ji alîyekî din ve jî şidet û pirsgirêkên wekî din ne tenê yên jinan e. Ev ên hemû civakê ne. Li Başûrê Kûrdistanê ne partîyên siyasî xwedî nêrîneke demokratîk in ku bibe bingeh ji bo guhartin û veguherînên civakî, ne jî beşên din ên civakê ji rewşenbîr, sazîyên medya û perwedeyê jî xwedî nêrîneke guherîner in. Ne pêşengên şoreşger ên xurt hene ku civakê bixe nava lêgerînên nû. Herkes qala pêdivîyên civakê dike lê dema tê ser piratîkê li meydanê tune ne. Li holê şikandineke kûr a îradeyê heye.
 
Her wiha Çanda Mall-Mol ( navendên Bazirganî û Bazarkirinê ya mezin) ku piranî ji alî desthilatdaran, kesên xwedî sermaye tê pêşxistin bandorê herî zêde li ser jinê dike. Her kes di nava pêşbirka teqlîdkirinê de berê xwe didin van navendan û weke nîşaneyeke pêşketinê dibînin. Dewletên dagirker herî zêde di van navendan de jinan hedef digirin. Ji aliyekî jî bi rêya perwerdeyê desthilatdar dixwazin ciwanan têxin bin bandora xwe. Zanîngehên wekî Emerîkî, Ewropî û Başûrê Asyayê ku li Başûr vedibin, dibin sedema girêdana ciwanan a navendên sermayeyê. 
 
Bi rêya melayan û fetwayan tê xwestin ku jin bên kontrolkirin. Li gor fetwaya dawî ya rêveberiya fetwaya îslamîya Kûrdistanê jin mafê wan tune ye ku bi tenê li teqsiyê siwar bibin. Divê qaşo yek mer ji malbetê bi jinê re be. Li gor vê weke din jin mafê wê nîne ku bi xwe pere bide xwedîyê teqsiyê. Ev biyar bi narazîbûneke berfireh ya jinan re rû bi rû nema. Tenê nûnerên hin rêxistinên jinan li vir û wir çend daxuyanîyên çapemenîyê dan. Ji bo wê jî wer xuya dike ev ji alî hûkûmetê hatiye erêkirin û bi vî rengî nakokîya nava civakê û hêz û navendên olî kûr dike.
 
Pirs ew e ku gelo çareserî çi ye? Çareserî ew qas hêsan nîne. Guhertin bi rêbazên berê nabe, ji ber ku pir hatiye ceribandin û tu encam nedane. Guhertina kesayetî, têgînê wekehevî û têkoşîneke rast ya azadîyê bi mejîyê Rojavayî (Dewletên Rojava) û bi pereyên wan nebe, ji ber ku pirsgirêkên vê herêmê pirsgirêkên dîrokî ye û li ser hev kom bûye. Hewcedariya jinan bi rêxistinbûyinê heye. Ji bo talûkeyên li dijî hebûna jina ji holê rabe hêza rêxistinbûyinê girîg e.