Bi rihê Leyla, Sakîne, Avesta, Zîlanan em 8'ê Adarê pêşwazî dikin

  • 11:17 7 Adar 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Di 8'ê Adarê de pêwîst e hemû jin dakevin qadan û pîroz bikin û di wê rojê de bi biyar û xwestek bin ku têkoşînê li hember zihniyeta serdest mezin bikin da ku azad bijîn û civakeke azad û wekhev bidin avakirin
 
Sorgul Şêxo
 
8'ê Adarê  Roja Jinên Cîhanê ye, jinên Kurd li çar perçayên Kurdistanê bi têkoşîna xwe li hember zihniyeta baviksalarî û zihniyeta faşîzmê serdemeke nû ya meşa azadiya jinan afirand û têkoşîna kêlî bi kêlî dimeşe, didome. Tevî ku ev roja ya tevahî jinên cîhanê ye dîsa li gelek welatan jin rastî kuştin, qetilkirin, tecawizkirin, îstîsmara zayendî û tundiya olperestiyê tê. Mixabin jin vê rojê  nikarin bi dilşadî û bi şanazî pîroz bikin.
 
Li New Yorkê di fabrîkayekê de hember neheqiya ser jinên kedkar, jinan serî hilda û ji wê serdemê re gotin na, êdî ji wê demê heta roja me ya îro jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê bêtir xwedî li serîhildana jinan derdikevin û dixwazin jin li tevahî cîhanê bigihêje mafê xwe û qet koletî û bindestiya mêr qebûl neke. Jin li cîhanê bi tevahî rastî kuştin,qetîlkirin,revandin û îstîsmara zayendî tên. Dema ku di civakê de mêr dibîne ku jin dikare rêveberî û rêxistina mala xwe bike, dixwaze bi rêbazên cuda û dijmirovahî  îrade û hêza wê bişkîne, da ku nikaribe li hember civaka xwe serî hilde. Li Tirkiyeyê jin rastî kuştin, qetilkirin û îstismara zayendî, tê. Li Iraqê qetilkirin û di bin navê olperestiyê de êrîşa li dijî azadiya jinan , li Îranê jî darvekirina jinan pêk tê her wiha li Sûriyê jî di kirîza ku di sala 2011'an de dest pê kir bi hezaran jin bûne qurbanî dîsa jî bûyer ên revandin, qetilkirina jinan bi awayekî bi guman tê pêkanîn. Mirov vê pirsê ji xwe bike gelo çima her dem jin tên hedefgirtin? Jin jî ne hebûneke zindiye û xwedî maf û îrade ye? Çima jinan di bin navê Namûsê de difetisînin û qetil dikin? 
 
Tevî ku bûyer ên bi vî rengî li Kurdistanê û derveyî welat derdikevin holê, hêz û îradeya jinan a meşa azadiyê û têkoşîna hember faşîzmê zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê jin li hember faşîzmê serî hildide lê Dewleta Tirk yekser wan ber bi zindanê ve dibin. Êdî çarenûs û hebûna wan jinan winda dibe. Bi sedan jin siyasetmedarên jin li Tirkiyê hatin qetilkirin mînaka wê Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatima Uyar e. Di heman demê de li Parîsê bi destê îstîxbarata Tirkiyê sê pêşengên azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Rojbîn hatin hedefgirtin. 
 
Berxwedana Kobanê di 2014'an de li cîhanê tevahî deng veda dîsa jî pêşenga wê jin bû, bi çalakiya fedayî Arîn Mîrkan agirê serhildan, berxwedan û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê geş kir. Dewleta Tirk dema ku êrîşî Efrînê kirin rastî berxwedaneke bê hempa ji aliyê şervanan û gel ve hatin, dema ku gel taybet jin birêxistinkirî bin serkeftin teqez pêkan e. Çalakiya Avesta Xabûr bandorek mezin li ser civakêkir.  Avesta bi çalakiya xwe agirê azadiyê geş kir. Jinên Kurd ên ji aliyê faşîzm û dagirkeran ve hatine qetilkirin bûne pêşeng da ku siberojeke azad bi têkoşînê ji jinan re û civakê re ava bikin.
 
Çeteyên DAÎŞ' ê ku li Dêra Zorê xwe bicih kiribûn û zihniyeta xwe ya tarî li ser jin, zarokên Dêra Zorê dabûn ferzkirin têk çûn. Jin bi navê olperestiyê dihatin fetisandi û azadiya wê dihat zincîrkirin. Armanc jê ew bû ku jin her dem di bin desthilatdariya wan de bimîne. Jiyana jinan bi rengê reş tarî kiribûn, cil û bergên wan ji bilî reş nebû li xwe bikin. Derketin dîsa qedexe bû. Kêliyên ku jinên Dêra Zorê di dema serweriya DAÎŞ' ê de jiyan giştî bi êş û kul bûn, lê hêzên QSD'ê ew rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê êdî jinan nefeseke azad kişandin. Dîsa niha jinên Dêra Zorê ku hatine rizgarkirin amadekariyê pêşwazîkirina yekemîn cejina jinê dikin, piştî ewqas sal dê bi cil û bergên gelerî û rengîn dakevin qadan û cejina jinê li xwe û tevahî jinên cîhanê pîroz bikin.
 
Êdî her sal roja 8'ê Adarê li Bakur Rojhilatê Sûriyê bi rihê jina azad bi rihê Bêrîvan, Sakîney, Avesta û Arînan tê pîrozkirin. Ne tenê di wê rojê de her roj ku jinên kurd dijîn soza rizgarkirina tevahî jinan ji koletî û bindestiyê nû dikin. Di 8'ê Adarê de pêwîst e hemû jin dakevin qadan û pîroz bikin û di wê rojê de bi biyar û xwestek bin ku têkoşînê li hember zihniyeta serdest mezin bikin da ku azad bijîn û civakeke azad û wekhev bidin avakirin.