Azadiya jinê bi destê jinê pêkan e

  • 09:12 20 Sibat 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Jin xwedî taybetmendiyên gelek baş in. Jiyan û civak bi hewldana jinê bi wate dibe. Bi van taybetiyan dikare jiyanê watedartir û xweştir bike. Jin xwedî cewherekî gelek xweş e. Divê hemû jin bibin yek û xwe birêxistin bikin. Ji bo li dijî lîstikên serdestan û kapîtalizmê nên çewisandin divê piştevaniya hevdu bikin. Jiyanek azad bi jina azad pêkan e. 
 
Stêrvan Bêrîtan
 
Jiyana ku di bin sîwana aştî û wekheviyê de bi destên jinê dihat meşandin bi zihniyeta baviksalarî ji holê rabû. Jina ku berhemên bi destên xwe ava dikir xwedî roleke sereke bû. Zihniyeta baviksalarî jin ji bo mêran kir kole. Mêrên ku berhemên jinê dizîn niha zilma xwe jinê dikin. Dema ku mêr bû serdest civak parçe kir. Jina xwedawend ji rola xwe hat dûrxistin. Bê kolekirina jinê civak jî kirin kole. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe û pêş nakeve. 
 
Bi serdestiya mêr rihê kapîtalizmê jî zindîtir bûye. Kapîtalizmê li gor hinek qaliban jin bi teşe kiriye. Ji lixwekirina cilan heta axaftin, ken, meş û rûniştinê jin bi teşe kiriye. Jin di bin banê namûsê de hatiye qetilkirin. Bi pêkanînên kapîtalizmê kuştin û tundiya li ser jinê zêdetir bûye. Her wiha bi rêya îslamê jî jin her dem hatiye çewisandin û serdestan xwestine ku jin bibin kole. 