Têkoşîna Leylayê ya mînak

  • 09:03 17 Sibat 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Dagirker û nîjadperestên kurdan diçewisînin, berxwedana Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Guven a li hember faşîzmê wekî kabûsekê li ser hebûna xwe dibînin, her hewl didin ku kurdan qir bikin, lê jinên ku riya azadiyê hilbijartine ne mumkîne gavan şûnde biavêjin. 
 
Sorgul Şêxo
 
Dengê jina azad ku rihê têkoşîna 14'ê Tîrmehê di zindanên faşîzmê de zindî kir li cîhanê tevahî deng vedan, jinên Kurd di dîrokê de hember zihniyeta desthilatdar û faşîzmê serî tu carî netewandin, tekane riya berxwedan û têkoşînê hilbijartin. Clara Zetkîn, her sê xwişkên Mîrabel, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, heman demê Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku têkoşînek mezin li dar xistine. Di lêvegera dîrokê de em bûyerên ku qewimîne bi rengekî rast bixwînin em ê teqez bikin ku her tim zihniyeta baviksalar xwestiye hêz, îradeya jinan a hember faşîzmê têk bibin. Lê jin tu carî teslîm nebû. Leyla Guven jî mîrateya jinên têkoşer e. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê a Perlemantera HPD'ê û Hevseroka KCD ê Leyla Guven  bandoreke mezin li jinan kir. Trikiyeyê bi berdana Leyla re xwestin çalakiyan li kurdistanê û ewropayê bide rawestandin, lê li gorî ku texmîn dikir nebû, asta berxwedan û têkoşînê mezintir bû. Tirkiye bûye zindana siyasemedar, rojnemevan û jinan e, jin û zarok bi awayekî guman tên qetilkirin lê tu kes vê rastiyê nabihîse ango van bûyeran ji nedîtîve tên. Dewletên Navdewletî û Netewên Yekbûyî guhê xwe ji dengê jinên berxwedêr ku tu carî teslîmiyetê qebûl nakin digirin.
 
Bûyerên ku li Kurdistanê  diqewime ji Komploya Navnetewyî ne qut e, her dem dixwazin kurdan qir bikin, bi hemû hêz û çekên xwe yên giran êrîş dikin lê kurd bi qirkirinê naqedin, zêdetir dibin. Berxwedana Leyla dîwarên zindanan hilweşand û rihê 14'ê Tîrmehê yê têkoşer di zindana faşîzmê de zindî kir. Berxwedana Leylayê metirsiyek di dilê faşîzmê de afirand. Dagirker û nîjadperestên kurdan diçewisînin, berxwedana Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Guven a li hember faşîzmê wekî kabûsekê li ser hebûna xwe dibînin, her hewl didin ku kurdan qir bikin, lê jinên ku riya azadiyê hilbijartine ne mumkîne gavan şûnde biavêjin.