Hevseroka Şaredariya Şaxê Evin Keve hat tehliyekirin

  • 08:36 20 Kanûn 2018
  • Hiqûq
WAN - Tevî Hevseroka Şaredariya Şaxê Evin Keve ya ku ev nêzî 2 sala ne girtiye, 6 siyasetmedar hatin tehliyekirin.  
 
Bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Wanê di 15'ê Sibata 2017'an de di çarçoveya lêpirsîna ku dihat meşandin de tevî Hevseroka Şaredariya Şaxê Evin Keve 21 kes hatibûn girtin. 
 
Rûniştina Evînê û endamên şaredariyê û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Di rûniştinê de Evin Keve, Cihan Tuci, Fırat Keve, Osman Balka, Nihat Babur, Turgut Babur û Vehbi Batur amade bûn. Her wiha parêzerên wan û malbatên wan jî beşdarî rûniştinê bûn. Rûniştina ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir, bi parastina bersûcan berdewam kir. Piştî parastinan û navbera 5 dkyan Evin Keve, Cihan Tuci, Firat Keve, Osman Balka, Nihat Babur, Turgut Babur hatin tehliyekirin û derbarê Vehbi Babur jî biryara berdewamiya girtina wî hat dayin. 
 
Rûniştina din tarloqî Gulana 2019'an hat kirin.