‘Beyaname têr nake, divê xwedî li mafê mirovan bê derketin’

  • 09:06 16 Kanûn 2018
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Ji Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ayşenur Kizaroglu diyar kir ku di hefteya Mafên Mirovan de binpêkirina mafan didome û hebûna Beyanameya Gerdunî ya Mafên Mirovan têr nake û divê mirov xwedî li mafên mirovan derkevin.
 
Ji Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ayşenur Kizaroglu destnîşan kir ku di Hefteya Mafên Mirovan de jî gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Ayşenurê diyar kir ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), Peymana Stenbolê û Mafê Serlêdana Şexsî ya Mafên Mirovan têr nakin û ev maf bi argumanên cuda tên astengkirin.
 
Ayşenurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di van şert û mercên şer de tu wate û girîngiya beyanameyê tune. Di roja me ya îro de siyaseta hegemonîk derketiye asta herî jor. Danezan bi sedemên polîtîk pêk nayên. Ma tenê li Tirkiyeyê? Na. Rewşa siyasetmedarên Katalan, rewşa xwediyên hêlekên zer a Parîsê.”
 
‘Binçavkirina jinan peyame’
 
Ayşenurê bi lêv kir ku di hawirek ku parêzvanên mafan bi rayeyên têr nehatine peywirdarkirin de mirov nekarin behsa mafên mirovan bikin û wiha got: “Di destpêka Hefteya Mafê Mirovan de di 10’ê Kanûnê de li hember Tevgera Jinên Azad (TJA) zext pêk hatin. Parlamenter Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye û ji bo vê li her derê çalakiyên piştgiriyê pêk hatin û mudaxaleyê van grevan hat kirin. Gelek kes hatin binçavkirin. Ev binçavkirin bi peyamin.”
 
Ayşenurê di berdewamiyê de destnîşan kir ku tenê bi Beyanameya Mafên Mirovan dikare demokrasî pêk bê û wiha dawî lê anî: “Ji ber li welatê me kuştinên kiryar nediyar, kuştinên jinan, binpêkirinên mafan hene. Ji ber vê jî îmzekirina peymanê ne girînge. Divê mirov xwedî li mafê mirovan derkevin. Divê hemû jin bi hev re li jî van pêkanînan têkoşin.”