Piştî 14’ê Kanûna 2015’an pêvajoya hiqûqî

  • 09:07 8 Kanûn 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê di lêpirsîna meşan de dosya yek bi yek girt û derbarê 86 dosyayên lêpirsînê de biryara neşopandinê da, derbarê 7 dosyayên din de jî biryara ‘lêgerîna daîmî’ hat dayîn.
 
Li Cizîrê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexe hat îlankirin û heta 2’ê Adara 2016’an berdewam kir. Gelek kesî di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan û dosyayên lêpirsînan jî yek bi yek hatin girtin. Ji bo 86 dosyayê biryara neşopandinê hat dayîn. Ji bo dosyayên hatin girtin jî serî li DDB’ê û DMME’ê hat dayîn.
 
Zarokê 14 salî kirin endamê rêxistinê
 
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di lêpirsîna meşan de zarokê 14 salî Hasan Ayaz ‘endamê rêxistinê’ îlan kir û derbarê dosyaya wî de biryara neşopandinê da. Hacer Arslan, Sakîne Durmîş û Fatma Demîr jî tê de 14 kesên ku cenazeyên wan nehatine dîtin, biryara ‘sînorkirinê’ danîn ser dosyayên wan û piştre jî biryara neşopadinê dan ser dosyayan. Piranî dosya hîna teslîmî parêzeran jî nehatiye kirin.
 
Ji bo Gulîstana ku cenazeyê wê bi giştî şewitiye; Delîl nehat dîtin!
 
Dîsa Gulîstan Eylem Ustun, Berjîn Demîrkaya, Rohat Aktaş û Sakîne Mîray ku cenazeyên wan bi giştî şewitî hatin dîtin, di dosyayên der barê wan de hatin amadekirin de îfadeyên ‘Der barê bikaranîna hêza bêpergal delîl nehat dîtin’ cih girt. Her wiha dosyaya xebatkara NÇM’ê Gulîstan Eylem Ustu bi biryara neşopandinê bi encam bû.
 
Şahidên veşarî yên ‘xeyalî’
 
Dîsa di dosyayên ku biryara neşopandinê dane ser de şahidên veşarî yên xeyalî cih digirin û di heman demê de der barê 22 kesan de îfadedayîna wan balê dikşîne. Bi navên Batikan, Dogukan, Gumuş û Pamuk di dosyayan de wek şahidên veşarî cih digirin û di hemû biryaran de wek delîlên şênber hatine bikaranîn.
 
Aqûbeta gelek dosyayan hîna ne diyar e!
 
Di pevçûnên li Bostanci, Nîran û Akdenîz hatin jiyîn de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan û hîna aqûbeta gelek cenaze û dosyayan nayê zanîn. Li dijî binpêkirinên mafan ên li van bajaran di 2015 û 2016’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hat dayîn. Di serlêdanan de hat xwestin ku li dijî van binpêkirinan tedbîr bên girtin. DMME’ê biryar da ku ev serlêdan bê destgirtin û biryara darizandinê girtibû.
 
Dosyayên kesên ku biryara neşopadinê derbarê wan de hatine dayin wiha ne:Meryem Akyol, Azat Yilmaz, Agit Kuçuk, Selim Turay, Omer Baran, Nebi Katlav, Tajdîn Nerse, Ercan Pîşkîn, Aydin Erol, Mehmet Şîrîn Elinç, Murat Erdin, Bariş Gasir, Abdulmenaf Yilmaz, Cihan Çelîk, Îbrahîm Akhan, Mahmuttîn Duymak, Sabrî Sezgîn, Abdullah Înedi, Mahsum Erdogan, Murat Ekîncî, Kasim Yana, Metin Karane, Mesut Ozer, Hediye Erden, Hediye Şen, Mehmet Tungut, Emane Şahîn, Osman Terkîn, Mehmet Saçan, Mehmet Dalmiş, Abddulhamît Poçal, Ahmet Tunç, Aziz Yural, Umut Urek, Tahir Çîçek, Nihat Somer, Halîl Somer, Nuri Çagli, Mehmet Ridvan Kaymaz, Sezaî Borçin, Ferhat Karaduman, Zehra Başkurt, Selman Erdogan, Yasîn Ozmen, Ruzgâr Yildizgorer, Mehmet Edin, Rohat Aktaş, Îbrahîm Temel, Mehmet Yavuzel, Kenan Adiguzel, Star Ozkul,Cebrail Mungan, Ekrem Sevilgen, Mehmet Kaplan, Mehmet Benzer, Mustafa Gasyak, Orhan Tunç, Mehmet Tunç, Ramazan Aydin, Adîl Kuçuk, Sahip Edin, Ramazan Biriman, Firat Çagli, Nursel Dalmiş, Nîzar Isirgan, Yakup Isirgan, Yakup Dadak, Muharrem Erbek, Ferdî Kalkan, Garip Mubariz, Yasemin Çikmaz, Abdulcebar Taşkin, Yilmaz Geçîm, Cengîz Sansak, Tahir Akdogan, Haci Ozdal,Meryem Dadak, Hasan Ayaz, Abdullah Gun, Serdar Ozbek, Îbrahim Îverendî, Bişeng Kolanç, Şukru Coşkun, M. Sait Arslan, Besna Zirig, Mehmet Emin Bayar, Lokman Bilgiç, Mehmet Ozkul, Asya Yuksel, Emre Îdim, Huseyin Paksoy, Felek Çagdavul, Ferhat Balcal, Sultan Irmak, Îbrahim Temel, Derya Koç, Emel Ayhan, Serhat Altun, Yunus Meral, Tuba Eminoglu, Îslam Balikesir, Berjîn Demîrkaya, Cîhan Karaman, Guler Eroglu, Abbas Gulbahçe, Erdal Kar, Zekî Acar, Huseyin Kayaalp, Agit Akil, Selamî Yilmaz, Mahmut Yildizgorer, Îbrahim Altunkaynak, Gulistan Ustun, Çimen Tankan, Harun Barin, Îsmaîl Çetîn, Davut Acar, Ferhat Ozluer, Mevlude Ozalp, Emel Çetin, Mehmet Can, Murat Şiyar Tunç, Aydin Guner , Eda Kutay, Abdullah Zilayaz, Abdulazîz Arslan, Îsa Tilaver, Mustafa Ugur, Emrah Ortak, Ahmet Turan, Mevlıde Bozkurt, Serdar Pîşkîn, Evîn Oz.
 
Biryara lêgerîna Daîmî: Hakki Kulte, Zeynep Yilmaz, Huseyîn Ertene, Alî Bagdur, Ayşenur Geçît, Harun Çagli, Cemîle Çagirga