Hinceta neşopandina lêpirsîna cenazeyên winda: Fêdeya hiqûqî tune

  • 09:17 2 Kanûn 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Ji bo cenazeyê Hacer Arslan ya ku 3 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest  da bê dîtin lêpirsîn hatibû vekirin û di lêpirsînê de hat gotin ‘di berdewamkirina lêpirsînê de fêdeya hiqûqî tune ye’ û biryara neşopandinê hat dayîn.
 
Li Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir. Hinek cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane hîna nehatine dîtin. Malbata Hacer Arslan ev 3 sale ji bo cenazeyê keça xwe têdikoşe. Di encama israra dayika wê Hezne Arslan de mînak xwînê ji bo DNA’yê şandin STE ya Stenbolê. Di teblîgata ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve hatiye şandin de hat diyarkirin ku mînakên xwînê hev negirtine û biryara neşopandinê derbarê lêpirsînê de dane.
 
Di teblîgatê de hat diyarkirin ku di meşandina lêprisîna der barê mijarê de fêdeya hiqûqî tune û hewce bi lêpirsînkirinê tune ye.
‘Ez dest ji lêgerînê bernadim’
 
Dayik Hezne Arslan jî bi lêv kir ku wê îtîrazî biryarê bikin û wiha pê de çû: “Parêzer wê li dijî vê biryarê daxwaznamê bidin. Ger ne li Stenbolê û ne li nav cenazeyan de be wê demê keça min li ku ye. Ev 3 sale em lê digerin. Em nizanin li ku ye. Ger DNA dernakeve wê demê bi nav cenazeyan de lê bigerin.Bila dosyayê negirin.”