Di doza îstîsmara zayendî ya li Pasûrê de hinceta balkêş

  • 09:11 1 Kanûn 2018
  • Hiqûq
Berîtan Canozer
 
AMED - Li Pasûrê zaroka bi navê F.B rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a 94 mêrî hat. Li ser gilîkirina F.B doz hat vekirin û di dozê de heyeta dadgehê hemû gumanbar tahliye kir û ji bo F.B jî rapora SaziyaTipa Edlî (STE) xwest. Tevî ku di ser biryarê de 10 meh derbas bûye, hat hînbûn ku bi hinceta pereyê Emniyeta Muşê tune F.B nebirine STE’ê û Saziya Starbûna Zarokan jî ji bo F.B ya ku ewlehiya canê wê tune ye, daxwaznameyek ‘bila tedbîra parastinê bê kirin’ şandiye.
 
Li navçeya Pasûr a Amedê F.B ya 14 salî ku astengdara zîhnî ye, di navbera 13’ê Hezîrana 2014-21’ê Adara 2015’an de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a 94 mêrî hatibû. Li ser gilîkirina F.B doz hat vekirin û di çarçoveya dozê de 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê daxwazanemeyek ji Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê re şand û derbarê ‘tenduristiya rih û beden di cih daye an na’ şand Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
 
Tevî ku daxwazname di 17’ê Adarê de gihaşt yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê, F.B nebirin STE’yê. Di bersiva ku 10 meh şûnde ji bo daxwaznameyê hat dayîn de wiha hat gotin: “Ji ber nebûna pereyên Emniyeta Muşê, sewqkirina şexsê nehatiye kirin.”
 
Yên F.B biparêzin tune ye
 
Di doza ku 3 sale berdewam dike de, gumanbarên girtî tune û F.B jî dermankirina wê ya psîkolojîk didome. Hat hînbûn ku F.B li wargeha dimîne jî piştgiriyê ji rêveberiyê nagire. F.B ya ewlehiya canê wê tune ye, derket holê ku Saziya Starbuna Zarokan ji bo 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê naxwaznameyek ’18 saliya xwe tije kiriye, bila tedbîra parastin û starbûna wê bê rakirin’ şandiye.