'Dixwazin tundî ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin'

  • 09:04 30 Mijdar 2018
  • Hiqûq
Habîbe Eren
 
ENQERE - Parêzer Arzu Kurt diyar kir ku sedema rakirina qanûna hejmar a 6284 û Mafê Nefeqê, ev e ku tundî ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin û got li dijî azadbûna jinê dewlet û edeleta mêr dest dane hev, ketine nava tifaqê.
 
Qanûna hejmar a 6284 di sala 2012’an de piştî qetilkirina Ayşe Pasali bi têkoşîna jinê hat derxistin. Gelo ev qanûn jinan çawa ji tundiyê diparêze, hikûmet çima dixwaze vê qanûnê rake. Parêzer Arzu Kurt der barê mijarê de axivî.
 
‘Yek ji destkeftiyên herî girîng e’
 
Arzuyê bi lêv kir ku qanûna hejmar a 6284 yek ji destkeftiyên herî mezin a jina ye û bi armanca ku hedefên peymana Stenbolê pêk bên hatiye amadekirin. Arzuyê wiha berdewam kir: “Qanûn ji bo jinên rastî şîdetê hatine û di bin xetara şîdetê de ne, riyek hêsan a qanûnî ye. Tevî rexne û pêşniyarên me, qanûn destkeftiyek girîng a jina ye. Ji roja hatiye qebûlkirin heta niha gelek jin ji derfetên vê qanûnê fêde girtine.
 
Qanûn mafên şênber ên çawa pêşniyar dike?
 
Arzuyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku jinek dixwaze zewicandî dixwaze ne zewicandî, li hember mêrê ku şîdet lê kiriye di çarçoveya qanûnê de xwedî hinek mafan e. Arzuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû jinên di bin xetera şîdetê de, zarokên di bin tehdîda şîdetê de, dikarin di çarçoveya qanûnê de derfetê parastinê bigirin.Tedbîrê parastinê ya di qanûnê de ne bi sînor in. Dema dadger hewce bibîne dikare rayeya xwe berfireh bike û îfada jinê esas bigire.”
 
Qanûn çima hedef e: Dixwazin jinan bêdeng bikin
 
Arzuyê di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li dijî qanûna ku jinan diparêze di rojên dawî de rojevek hatiye afirandin. Dixwazin jinan ji jiyana civakî, polîtîk û çandî, bavêjin plana dawî û li dijî şîdet û newekheviyê bêdeng bihêlin. Sedemên vê bêguman berdewama serdestiya pergala baviksalarî ya feodal e. Her wiha ji polîtîkayan jî ne serbixwe ye. Li dijî azadî û têkoşîna jinê dewlet û mêr dest daye hev, ji bo têkoşîna wan bişkînin ketine tifaqê. Dixwazin şîdeta li hember jinê di civakê de bê qebûlkirin.”
 
Arzuyê balkişand ser nîqaşên der barê rakirina mafê nefeqeyê de jî û bi lêv kir ku bi vê yekê dixwazin jinan neçarî zewaca wan bikin û bi vê zewacê jî hepsê malê bikin.”
 
Jinên rastî şîdetê hatine di çarçoveya qanûna hejmar a 6284’an de tiştên ji amîrên mulkî bixwazin ev in:
 
*Ji bo xwe û zarokên xwe cihê parastinê,
 
*Ji bo demekê piştgiriya aborî,
 
*Xizmeta derûnî, pîşeyî, hiqûqî û şêwirmendî
 
*Dema xetera jiyana wê hebe, parastina wê
 
*Ji butçeya wazaretê ji bo demekê alîkariya aborî
 
Bi biryara dadgeriyê;
 
*Guhertina cihê karê wê.
 
*Di rewşa kes zewicandîbe, cihê wê ji wir cudakirin.
 
*Ger zewicandibe û tapoya xanî ne li ser navê wê be bi nasname û hevkariya malbatê şerha avahiyê li ser tapoyê danîn.