Ayşe Acar Başaran:Ezmûnek mezin hiqûqa Tirkiyeyê dipê

  • 09:02 28 Mijdar 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Ayşe Acar Başar diyar kir ku biryara DMME’ê ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de, hewldana tasfiyekirina HDP’ê tasdîk dike û wiha got: “Alternatîfa Tirkiyeyê ya ‘ez pêk naynim tune ye’. Ezmûnek mezin hiqûqa Tirkiyeyê dipê.”
 
Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran biryara DMME’ê ya derbarê Hevserokê Gitşî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de nirxand û got biryarek mînak e û alternatîfeke Tirkiyeyê ya ‘ez biryarê pêk naynim’ tune ye.
 
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di dîroka xwe de îmze avêt biryarek yekem û der barê mafê hilbijartina parlamenterekî de nirxandin kir û got ev maf hatiye binpêkirin û girtina Selahattîn Demîrtaş polîtîk e. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, biryara DMME’ê nirxand û mînakbûna vê biryarê ya ji bo girtiyên din ên siyasî jî vegot.
 
‘Biryara DMME’ê, hewldana tasfiyekirina HDP’ê tasdîk dike’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku DMME’ê balkişandiye ser xalên ku berê tu car li ser nesekiniye û wiha pê de çû: “Bi taybet li ser 18’emîn Xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) sekiniye. Wateya vê ev e; Hewldana tasfiyekirina HDP’ê tastîk dike û dibêje ev biryarên der barê parlamenteran de, hevşaredaran de ne hiqûqî ye, polîtîk e. Biryara DMME’ê di alî dîroka Tirkiyeyê de biryarek girîng e. Lê ji roja biryar hatiye dayîn heta niha desthilatdariyê ji bo pêkanîna biryarê tiştek nekiriye. Gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê û Wezîrê Dadê dide xuyakirin ku biryara DMME’ê wan eleqeder nake. Divê ev bi Tirkiyeyê bê bibîrxistin; Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îmze kiriye. Divê Tirkiye vê bîne cih.”
 
‘Em ê helwesta dadgehên herêmî bibînin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku wê li dijî gotinên li hemberî girtina siyasetmedarên HDP’ê hatine bikaranîn, helwestek polîtîk bigiri û got parêzerên Selahattîn Demîrtaş jî daxwaza tahliyekirinê kirine. Ayşeyê bi lêv kir ku wê ew wek HDP li bendî encama biryarê ne û di demên pêş de wê helwesta dadgehê herêmî jî bibînin.
 
‘Ev di alî hiqûqa Tirkiyeyê de ezmûnek mezin e’
 
Ayşeyê wiha got: “Der barê biryarê de alternatîfek Tirkiyeyê ya ‘ez biryarê pêk naynim’ tune ye. Em ê di alî hiqûqî û polîtîk de ji bo biryar pêk bê her cureyê hewldanên xwe bidomînin. Ev di alî hiqûqa Tirkiyeyê de ezmûnek mezin e. Li DMME’ê der barê parlamenterên me yên din de jî dosya hene. Divê DMME der barê wan de jî demildest biryarê bide.”