Li erdê hat kaşkirin, hat derbkirin, 15 meh ceza danê

  • 09:06 26 Mijdar 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Parêzer Fîlîz Olmez a piştî qedexeya Cizîrê rabû ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat derbkirin û piştre 15 meh ceza lê birîn wiha got: "Ez bi erdê re kaş kirin û xistin wesayîta zirxî. Polîs bi qirika min girt û hewl da min bikuje. Qeyda dîmenê wesayîtê nedan. Vê rewşê baweriya min a bi têkoşîna hiqûqî bi awayekî cidî şikand."
 
Piştî qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di 2’ê Adara 2016’an de parêzer Fîlîz Olmez xwest nîvîsên li dîwarê mala wan hatine nivîsin, wêneyê wan bikşîne. Di vê navberê de polîsê tevgera taybet Halîl Alkan heqeret lê kir û derb kir. Piştî Fîlîzê serlêdana sûc kir, polîsê tevgera taybet Halîl Alkan jî der barê Fîlîzê de gilî kir. Li ser vê der barê Fîlîzê de ji sûcê ‘heqeret li peywirdarê cemawerî kiriye’ û ‘Tehdîdê’, der barê polîs Halîl Alkan de jî ji ‘qestî kes birîndar kirin’ doz hat vekirin.
 
Di 8’emîn rûniştina li 2’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Cizîrê hat dîtin de li Fîlîzê 15 meh ceza hat birîn û cezayê pere yê li polîs Halîl Alkan hat birîn jî hat taloqkirin û daxistin.
 
‘Ez bi erdê re kaş kirin’
 
Parêzer Fîlîz Olmez bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Qedexe rabû û em çûn ku wêneyên mala xwe bikşînin û serlêdana sûc bikin. Nisîvên li ser dîwaran bala min kişand. Min jî kişand. Dengek li pişt min hat. Polîs bi zimanekî tund gazî min kir. Min nasnameya parêzertiya xwe nîşan da. Lê peya bû bi milê min girt û ez kaş kirim. Di wesayîtê de ez hatim derbkirin. Wê demê kuştinên kiryar nediyar hatin bîra min. Heqaret û tehdîd li min kirin. Her ku min got ez parêzer im jî tehdîd kirin, derb kirin.”
 
‘Hewl da min bikuje’
 
Fîlîzê di berdewmaiyê de wiha got: “Polîs xwe winda kiribû. 10 deqeyan ev wisa derbas bû. Bi qirika min girt û hewl da min bikuje. Lê hevalê wî ew hişyar kir. Li nasnameya min mêze kirin û ez ji wesayîtê avêtin. Piştî bûyerê li serokê baroyê geriyam. Ez çûm edliyê min gilî kir. Tevî bi rewşa min diyar bû ez hatime derbkirin jî dozger dosya ji ‘birîndarkirina sivik’ vekir. Tevî ku şahid hebûn, lêpirsînek bi bandor nehat meşandin. Me dîmenên di wesayîta zirxî de xwestin ew jî bi biryarên nakok nedan.”
 
Fîlîzê balkişand ser îfade û sûcdariyên ku polîsên ew derbkiriye, dane û wiha dawî lê anî: “ Doz wek edlî hatiye vekirin û ji sûcê birîndakirina sivik îdianame hatiye amadekirin. Ev darbeyek cidî li dijî hiqûqiyê ye. Dema parêzer pîşeya xwe îcra dikir, rastî îşkenceyê hat û ev îdianame şaş hatiye amadekirin. Ji sûcê herî hêsan hat amadekirin. Aliyê balkêş ê din ev e ku polîsan îdia kirin ku min ew tehdîd kirine û dijûn li wan kirine.”