Gumanbarê êrîşa zayendî tevî qeydên kamerayê hat berdan

  • 12:46 19 Mijdar 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX- Peywirdarê paqijiyê S.B. yê li Dibistana Navîn a Cumhuriyet ya li Sîlopiyê li hember zarokê êrîşa zayendî pêk anîbû  tevî qeydên kamerayê û gilîkirina malbatê, hat berdan. Malbatan diyar kir ku berê li heman dibistanê îstîsmara zayendî hatiye jiyîn lê tu kar û barê hiqûqî nehatiye kirin.
 
Li Sîlopiya Şirnexê derket holê ku li dibistana Navîn a Cumhuriyetê xebatkarê paqijiyê mêrê bi navê S.B , li dibistanê li zarokekê êrîşa zayendî kiriye. Piştî zarokê îstîsmara zayendî vegot, malbatê gilî kir. S.B yê hat binçavkirin , piştî îfadê hat berdan. S.B di îfadeya xwe de îdia kir ku mamosteyê perwerda beden jê re gotiye ‘bi zarokan re eleqeder bibe’ û îstîsmar înkar kir. lê derket holê ku S.B zarok heta mala wê biriye.
 
Li emniyetê dema îfada S.B hat girtin, qeydên kamerayê jî pê dan temaşekirin û hat dîtin ku îstîsmara zayendî li zarokê kiriye û biriye bodrumê. Lê tevî qeydê kamera û gilîkirina malbatê S.B hat berdan.
 
Malbatan diyar kir ku berê jî li dibistanê îstîsmara zayendî hatiye jiyîn û hemû gumanbar li dibistanê dixebitin û ji ber nobedar û cerdevanan tên berdan. Malbatan fikarên xwe anîn ziman û gotin divê demilest kar û barê hiqûqî bê destpêkirin.