Di doza Şule Îdîl de rapora nû a kesê zana hat xwestin

  • 14:41 17 Mijdar 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Parêzer Riza Saka, di danişîna doza kuştina Şule Îdîl Dere ya di bin kamyona ÎBB'ê ya li Parka Yogurtçu ya  Kadikoyê dixebitî de ma û jiyana xwe ji dest dabû, got: "Di qezayê de ajokarê kamyonê bi telefonê mijûl dibû û bi qusûr e" û xwest rapora kesên zana bê amadekirin. 
 
Danişîna doza xwendekara Zanîngeha Stenbolê ya 23 salî Şûle Îdîl Dere li 57'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat dîtin. Danişîna doza xwendekara zanîngehê Dere ya Kamyona Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di 12'ê Gulana 2016'an de qetil kir, 3 personelên ÎBB û 4 personelên ÎSTAÇ'ê bi giştî 7 kes tên darizandin. Ji bo her kesekî bi îdîaya "Bi zanebûn bûye sedema kuştinê" 6 sal ceza tê xwestin. 
 
Di danişîna dozê de dayika Dere Nesrin Aslan, bav Berdan Dere, parêzer û bersûc Ergun Ata, Kamil Celal Yildirim, Saffet Altındag, rayedarê ÎSTAÇ'ê Teyfur Bingöl, Zafer Karasaçlı, İbrahim Ruhi Kelleci û ajokarê ÎSTAÇ'ê Mumin Kiliç amade bû.  
 
Rapora kesê zana hat xwestin 
 
Parêzerê bersûc Riza Saka parastin kir û diyar kir ku di qezayê de ajokar bi telefonê eleqeder dibû û xwest ji nûve rapora kesên zana bê amadekirin. Saka, diyar kir ku rapora berê ji bo encama dozê têr nake û xwest ji nûve rapor bê amadekirin. 
 
Ewlehî nehatiye girtin
 
Parêzerê Şule Murat Ozverî jî anî ziman ku ev rêya rêwiyên peya ye û wiha got: “Muteveffa bi telfonê eleqeder bibe û li muzîkê guhdar bike asayî ye. Lê ew cihê bûyer lê pêk hatiye aydî cemaweriyê ye. Rêya peyayan e. Li wir ewlehiya ku aydî cemaweriyê ye hatiye girtin. Ewlehiya rêwiyên peya hatiye dayîn. Di bin parastinê de ye. Di dîmenan de jî xuya dike li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê nehatiye stendin. Di dîmenan de jî tê ditin gelek rêwî di rê re derbas dibin." 
 
Doz hat taloqkirin
 
Heyeta dadgehê jî xwest nivîsê ji Şaredarê ÎBB'ê re binivîse û di dema bûyerê de li ser kijan peywirê bû. Dîsa xwest rapora kesên zana bê nûkirin û temamkirin. Doz taloqî 5'ê Çileya 2019'an kir.