‘Ev hesabpirsîn jinan jî ji nêz ve eleqeder dike’

  • 09:22 16 Mijdar 2018
  • Hiqûq
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endama Federasyona 78’an a Şoreşger Sevîl Turgut, got doza 12’ê îlonê hat hatiye xerakirin wê di 18’ê Çileyê 2019’an de ji nûve bê dîtin û banga tevlîbûna runiştinê kir. Sevîlê wiha got: “Her hesabpirsînek darbeyê pêk bê divê hesabpirsînek rast be. Ev hesabpirsîn jî jinan ji nêzve eleqeder dike.
 
16’emîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê, biryara dadgeha herêmî ya derbarê doza darbeya 12’ê îlonê de ku Fermandarê Giştî Kenan Evren û fermandarê hêzên hewayî Tahsîn Şahînkaya jê dihat darizandin xera kir. 
 
Doza der barê xerakirina dozê de di 18’ê Çileya 2019’an de li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edliyeya Enqereyê wê bê dîtin. Ji Federasyona 78’an a Şoreşger Sevîl Turgut pêvajoya dozê nirxand.
 
Sevîlê got wek federasyon der barê xerakirina biryarê de daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kirine û got bi vê daxwazê gotine ku ev doz tenê bi 5 fermandarên darbekar ne bi sînor e û wiha got: “ Em hewl didin ku hemû kadroya darbekar bê darizandin. Ger hesabpirsînek darbeyê hebe bila hesabpirsînek rast be. Aliyek ji darbeyê fêdeyê digire û weke ku li dijî darbeyê ye xwe nîşan dide. Lê ev qet baweriyê nade mirovan. Tevî ku 38 sal ji ser darbeyê derbas bûye jî feraseta 12’ê îlonê didome. Ger kesên sûc kirine bên xelatkirin wê demê, xuya dike ku niyeta vana tune ye ku bi darbekaran re bikeve hesabpirsînê.”
 
‘Ev jinan jî ji nêz ve eleqeder dike’
 
Sevîlê diyar kir ku ji şer û darbeyan jin û zarok zirarê dibînin û destnîşan kir ku ev hesabpirsîn jinan jî ji nêz ve eleqeder dike. Sevîlê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku tevlî rûniştina ku di 18’ê çilede pêk tê bibin.