Hevseroka Şaredariya Mehsertê Îpek Guneş hat tahliyekirin

  • 13:50 13 Mijdar 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Hevseroka Şaredariya Mehsertê Îpek Guneş hat tahliyekirin.
 
Hevseroka Şaredariya Mehsertê Îpek Guneş ji 6'ê Çileya 2018'an heta niha li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Rihayê bi îdiaya "Endama Rêxistinê" dihat girtin. Rûniştina Îpek Guneş 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Îpek nehat dadgehê, parastin ji aliyê parêzerên wê hat kirin. 
 
Piştî navberê dadgehê biryara tahliyekirina Îpek da.