Doz mêrê li dijî 50 zarokî êrîşa zayendî pêk anî hat taloqkirin

  • 14:47 6 Mijdar 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna doza mêrê bi navê M.Ş.Y. ê ku li dijî 50 zarokên xwendevan li gundê Kevirşîn ê Dêrikê êrîşa zayendî pêk anî hat dîtin. Doz taloqî 8’ê Çile yê hat kirin. 
 
Daneşîna 2'emîn a doza bersûcê bi navê M.Ş.Y. ku sala borî di meha Adarê de li gundê Kevirşîn ê Dêrikê, li dibistana Seretayî ya Goktaş karê paqijiyê dikir ku li dijî 50 xwendevanên temenê wan di navbera 6 û 12 salan de diguherî êrîşa zayendî pêk anî û girtî tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Li daneşîna ku sûcdar amade bû, malbatên zarokên mexdûr, parêzer û rojnameger jî tevli bûn. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan bersûc û parêzeran parastin kir. Sûcdarê bi navê M.Ş.Y. ku parastina xwe kir sûcê xwe qebûl nekir û wiha parastina xwe kir: “Min ev sûc nekiriye. Kurapê min ev tişt anî serê min. Ez vî sûcî  qebûl nakim û tehliyeya xwe dixwazim.”
 
Piştî sûcdar, parêzarê malbatan ku parastin kir wiha got: “Îfadeyên zarokan ên destpêkê li fermandariya cendirmeyan hatin giritn rast in. Hîn malbatên ku îfadeyên xwe paşve girtine jî ji ber zordestiya malbata bersûc paşve girtine. Du caran îfadeyên zarokan hatin, lê ew îfade nayên qebûl kirin. Hîn îfadeyên çend malbatan jî nehatiye girtin û em dixwazin ku îfadeyên wan jî bên girtin. Her wiha ji destpêkirina dosyayê heta niha tu delîl nehatine dîtin. Ji aliyekî din ve jî zarokên ku rastî êrîşa zayendî hatine ji ber derûniya wan xirbûye  ev rewş bandorê li ser dersên wan jî dike. Lewra jî em berdewama girtina sûcdar dixwazin û dixwazin ku bê cezakirin.” 
 
Doz hat taloqkirin
 
Heyeta Dadgehê piştî parastinên ku hatin kirin biryar da û got ku dê delîl carekedin bên lêkolînkirin û biryara girtî darizandina bersûc da. Doz taloqî 8’ê Çileya 2019'an hat kirin.