Daneşîna doza bersûcê êrîşa zayendî hat taloqkirin

  • 11:21 1 Mijdar 2018
  • Hiqûq
DÎLOK - Doza mêrê bersûc Î.B. ku li dijî zarokê astengdar êrîşa zayendî pêk anî hat taloqkirin. 
 
Li gundekî Nizîpa Dîlokê di 10'ê Îlona 2017'an de zarokê astengdar ji aliyê mêrê bi navê Î.B. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hatibû hiştin û mêrê êrîşkar hatibû girtin .Daneşîna doza Î.B. yê bersûc li Dadgeha Cezayê Giran a Nizîpê hat dîtin. Di daneşîna hat kirin de bersûc Î.B. û parzêerê xwe û malbata zarokê bi êrşê re rûbirû hat hiştin amade bûn. Di daneşîna ku li ser navê Wezareta Malat,  Xebat û Xizmetên Civakî jî parêzer tevli bû de Î.B. parastina xwe kir. 
 
Piştî ku Î.B xewe parast doz hat taloqkirin û malbata zarok jî xwest ku Î.B. bi cezayê herî giran bê darizandin.