Doza derbarê qetilkirina Furkan û Muhammed de hat taloqkirin

  • 15:19 25 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Parêzerên  di danişîna 5’emîn a Doza Panzerê de parastin kirin, bertek nîşanî pisporên di rapora keşfê de panzer weke "Qisûra eslî", polîs jî weke "Qisûra talî" dîtin, dan û gotin: “Em nikarin panzerê bi darizînin.” Polîsên îfade dan jî, Memûrê Komîser û Midûriyeta Polîsan a Naveçeyê sûcdar nîşan dan. 
 
Danişîna 5’emîn doza derbarê ajokarê panzerê Omer Yegît û fermandarê ew peywirdar kir Mûrat Madem ê di 3’yê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiyaya Şirnexê bi panzerê ket xaniyê malbata du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên di xew de kuştin hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê hat dîtin. Di dozê de ji bo her du polîsan bi sûcdariya “Bi zanebûn ji kesekê zêdetir mirov kuştin” ji 2 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
 
Bavê du barayan Mesût Yildirim, polîsên bersûc û parêzer di danişînê de amade bûn. Navenda Hafîzeyê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, gelek parêzerên girêdayî baroyan, Paltforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û gelek rêveberên partiyê beşdarî danişînê bûn.
 
Peywirdarkirina bê sertifîka
 
Piştî danasîna nasnameyan, şandeya dadgehê rapora “keşfa cihê bûyerê” ya pêşkêşî dadgehê hatibû kirin, kir nava dosyeyê û dest bi dadgehê kir. Polîs Ahmet Karaaslan ê li Midûriyeta Polîsan ê Navçeya Sîlopî peywirdar dest pê kê îfade da.  
 
Karaaslan, diyar kir ku di dema bûyerê de, li lojmanên polîsan ên TOKÎ bû û wiha axivî: “Li cihê ez lê bûm, panzerek ji bo muayeneyê anîbûn. Roja bûyerê Midûrê Ewlekariya Navçeyê Selçûk Erdogan hat wir. Di warê peywirdarkirina du kesan a di nava panzeran de xwe bi hêrs kir û aciz bû.  Dûre Komîser Tuncay Taşdemîr ê wê  demê, hat gel me. Got personel 
 
tunebû. 10 roj şûn de, Amîrê polîsan Taşdemîr, bêyî ku li sertîfîka û perwerdeya Midûrê Ewlekariyê ya Selçuk Erdogan mêze bike,  ferman da ku polîs bên peywirdarkirin.”
 
'Panzer nayê darizandin'
 
Piştî îfadeyên şahidan, Parêzer Nuşîrevan Elçî axivî û wiha got: “Rapor ji bo ku sûcdaran ji ceza girtinê xelas bike hatiye amedekirin. Cara yekemîne raporek wiha dibînim. Em nikarin panzêrê weke bersûc bi darizînin. Bi vê henekê xwe bi mirovan dikin. Em dixwazin şandeyên pispor ji nû de raporê amade bikin.” 
 
'Niqaş ne karê pisporan e'
 
Prz. Rojhat Dîlsîz jî, parastin kir û wiha bilêv kir: “Li ser delîlan nîqaşkirin ne karê pisporan e. Cezayê ji bo her du bersûcan bên dayîn dê me rehet neke. Gelek şahidan di îfadeyên xwe de gotin ku sûcdar Komîserê Memûran Taşdemîr û Midûrê Polîsan ê Navçeyê Erdogan e. Em dixwazin derbarê van kesan serlêdanan sûc bê kirin. Em dixwazin bersûc bên girtin.”
 
Dozger piştî parastina parêzeran mafê axaftinê girt, ji bo derbas kirin a kêmasiyan, xwest daxwaza girtina bersûcabn bê redkirin. 
 
Dûre polîsên bersûc Yegît û Maden parastin kirin. Bersûc Yegît, anî ziman ku roja bûyerê cara yekemîn bû ku panzer dajot. Bersûc Maden jî, diyar kir ku berpirsê bûyerê Midûrê Polîsan ê Navçeyê Selçûk Erdogan e. 
 
Doz hat taloqkirin
 
Şandeya dadgehê piştî navbera dayî, daxwaza girtina bersûcan red kir û ji 3 pisporan ji bo rewşên biqisûr rapor ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê xwest. Dadgehê ji bo temamkirina raporê danişîn taloqî 25’ê Cotmehê kir. 
 
Piştî biryara dadgehê, parêzer li ber Edliya Cizîrê kom bûn û derbarê naveroka danişînê de nirxandinek kurt kirin.