Danîşana doza derbarê qetilkirina Muhammet û Furkan de dest pê kir

  • 11:44 25 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê Muhammet û Furkan yên birayên hev di encama panzer ket mala wan de jiyana xwe ji dest dabûn, danîşana doza qetilkirina wan ya 5'emîn dest pê kir.
 
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê li taxa Karşiyakayê 3 Gulana 2017'an   Muhammed(7) û Furkan Yildirim(6)  yên birayên  hev  di encama panzer kat mala wan de jiyana xwe ji dest dabûn. Der barê ajovanê  wesayita zirxî  Omer Yigit û amîrê wî Murat Maden de doz hatibû vekirin. Danîşana  5'emîn a dozaê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê  destpê kir. Parlementera HDP ya Şirnexê Nuran Îmîr û gelek parêzer  li danîşanê amade bûn.
 
Der barê bersûcan de doza ku bi sûcdariya " Bi zanebûn bûn sedema mirina gelek kesan" doz hatbû vekirin.