Ji mirina Muhammed û Furkan 'panzer' sucdar hat dîtin

  • 11:40 24 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Derbarê mirina Muhammed û Furkan ên birayê hev de ku di encma panzera ket mala wan de jiyana xwe ji dest dan di çarçoveya doza derbarê bûyerê de hat vekirin de piştî bi sal û nîvekê di encama "lêkolînkirina cihê bûyerê de" rapora mirovê zana hat amedekirin. Di roporê de panzera ku hat îdakirin di firenê wê de pirsgirêk heye sucdara "eslî" hat dîtin û bersûc Murat Maden û Omer Yîgît jî wekî sucdarên "talî" hatin dîtin.
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di 3'yê Gulana 2017'an de derbarê kuştina du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) de daneşîna 5'emîn a doza ku hatibû vekirin wê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê sibe bê dîtin. Di çarçoveya doza hatibû vekirin de hatibû xwestin "li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin" û panzer bê kontrolkirin. Ev daxwaza hatibû kirin piştî bi sal û nîvekê hat pêkanînin û derbarê bûyerê de rapor hat amadekirin.
 
Di rapora ku hat amadekirin û wê sibe di daneşîna dozê ya ku wê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin de qeydên kamerayê yên roja bûyerê jî cih digirin. Di raporê de  panzera ku hat îdakirin di firenê wê de pirsgirêk heye sucdara "eslî" hat dîtin û bersûc Murat Maden û Omer Yîgît jî wekî sucdarên "talî" hatin dîtin.