Ev ne qeder e, bila kujer cezayê xwe bikşînin

  • 09:12 24 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - 5’emîn rûniştina doza du birayan Muhammed û Furkan ên li Silopiyê di encama ku parêzer ket mala wan û jiyana xwe ji dest dan, di 25’ê cotmehê de tên dîtin. Malbat beriya dozê, daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin û dibêjin: "Kî tê diçe dibêje qeder e. Lê ev ne qeder e. Ew panzêr bi qederê nehat. Ev çend rûniştin pêk tên tiştek nabe. Kes nayê darizandin. Bila kujerên zarokên me demildest bên darizandin." 
 
Li Silopiya Şirnexê li taxa Karşiyaka di 3’ê Gulana 2017’an de panzêr ketibû malekê û du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) jiyana xwe ji dest dabûn. Ajokarê panzêrê Omer Yegît û amîrê ku ew peywirdar kiribû Murat Maden der barê wan de doz hat vekirin û 5’emîn rûniştina dozê di 25’ê cotmehê de tê dîtin. Di rûniştina yekem a 17’ê cotmeha 2017’an de polîsê girtî hat darizandin hat berdan.
 
Rûniştin wê li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê bê dîtin. Der barê gumanbaran de daxwaza girtinê hatibû kirin lê daxwaz hat redkirin.
 
Di frenê de qusur nehat dîtin
 
Li cihê bûyer hat jiyîn de ‘rapora lêkolînkirina cihê bûyerê’ hat derxistin û hîna neketiye dosyayê û ji bilî vê jî di kifşa hat kirin de jî derket holê ku di frenê de pirsgirêk tune ye.
 
Malbata ku piştî bûyerê di xaniyê wan ên ku hat hilweşandin de neman, salekê di kirê de man. Malbat tevî eqqas dem derbas bûye jî hîna êşa wan teze ye. Nesîma Yildirim diyar kir ku çend sal derbas dibe jî bila bibe wê bûyerê ji bîr neke û got li zarokên xwe yên ku nû hatiye dinê jî navê Muhammed û Furkan daniye.
 
Ayşe Kabul jî ji bo neviyên xwe banga edaletê kir û da zanîn ku bila sûcdar cezayên xwe bikşînin.
 
Ev ne qeder e
 
Ayşeyê destnîşan kir ku hîna ku dereng nebûye bila edalet cihê xwe bibîne û wiha got: “Ev bûyer hat serê me. Zarokên me mirin. Bila neyê serê malbatên din. Sûcdar kî be bila cezayên xwe bikşînin. Kî tê û diçe dibêje qeder e. Lê ew panzêr bi qederê nehat wir. Çend rûniştin e kes ceza nagire. Em dixwazin bila kujer cezayên xwe bikşînin.”