Ji Saziya Parastina Zarokan rapora tecawizê: Wê zewicandina zarokê 'baş' be

  • 11:26 23 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Saziya Parastina Zarokan, di rapora ku pêşkêşî doza derbarê zaroka 16 salî ku di encama tecawizê de ducanî ma de diyar kir ku zewicandina zarokê bi tecawizkarê wê re "Baş e". Lê dadgehê rapor qebûl nekir.
 
Daneşîna 2'emîn a Doza derbarê rewşa zaroka ku li Saziya Parastina Zarokan dima û di 16 saliya xwe de di encama tecawizê de ducanî ma ya 'Destûrê' ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Malbatê ve hatibû vekirin hat dîtin. Di daneşînê de parêzerê zarokê, parêzerên Komîsyona Zarokan a Baroya Enqereyê tevli bûn. 
 
Li dadgehê ji parêzerên ku li Tora Mafên Zarokan (ÇAÇAV) vê dixebitin, parêzer Şahîn Antakyalioglu parastin kir. 
 
Dadgehê piştî parastinê biryar da ku zaroka ducanê li gel pedagok bê anîn, ji nû ve rapora Lijneya Tendirûstiyê bê anî, doz ji Wezareta Malabt û Polîtîkayên Civakî re bê ragihandin û doz taloqî 26'ê mijadarê kir,