Hinceta parastina dadgehê ya mêr: Tenê darbeyek kêrê lê xistiye

  • 09:06 23 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
Habîbe Eren
 
MUGLA  - Jina bi navê T. rastî êrîşa mêrê bi navê H.G hat û ji ber darbeya kêrê fatreşka wê hat girtin û du caran emeliyet bû. Di doza derbarê bûyerê ku di 15’ê cotmehê de hat dîtin, li gumanbar T. 6 sal û 8 meh ceza hat birîn û piştre hat tahliyekirin. Dadgehê daxwaza darizandina ‘Ji qestî hewldana kuştinê’ bê darizandin red kir û li şûna wê bi 'qestî kes birîndarkirin', darizandin. Hinceta dadgehê jî wiha bû: “Tevî ku kes tunebû pêşî li çalakiya gumanbar bigire û di destê wî de derfet û alav hebû jî darbeyek kêrê tenê lêxistiye. Qesta kuştinê di vir de tune ye.”
 
Xwendekara zanîngehê T. di 15’ê Tîrmehê de rastî êrîşa bi kêrê ya kesê bi navê H.G hat. Piştî êrîşê H.G ji sûcê ‘ji qestî kes birîndarkirin’ hat girtin û şandin girtîgehê. Piştî êrîşê T. gelek operasyon derbas kir û tevî îfadeya T. ne ji ‘hewldanan ji qestî kuştin’ ji ‘qestî birîndarkirin’ doz lê hat vekirin. Rûniştina yekem di 19’ê îlonê de hat dîtin û biryara berdewamkirina girtina wî hat dayîn. Di rûniştina 15’ê cotmehê de jî li gumanbar 6 sal û 8 meh ceza hat dayîn û hat tahliyekirin.
 
Dadgeh: qesta kuştinê tune ye
 
Dadgehê bi biryara xwe ya bi hincet de wiha got: “Tevî ku kes tunebû pêşî li çalakiya gumanbar bigire û di destê wî de derfet û alav hebû jî darbeyek kêrê tenê lê xistiye. Qesta kuştinê di vir de tune ye. Ger bi daxwaza kuştinê tevbigerya dikaribû çalakiya xwe bidomîne. Ji ber vê jî mijara dozê ne ‘Hewldana kuştina ji qestî ye’.”
 
'Dikare min carek din bibîne'
 
T. berê jî diyar kiribû ku ew bi fikar e ku wê gumanbar bê tahliyekirin û wiha got: "Vî kesî ceza girt lê niha li derve ye. Niha bi rastî jî li ber min e. Di navbera me de du saet heye. Di girtekên dadgehê de navnîşan û telefona min heye. Carek din bê wê hema min bibîne."
 
T. di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanî biryara dadgehê da û wiha dawî lê anî: “Dadgeh dibêje ‘dikaribû bi dehan carî bi kêrê derb bikira, kesekî ku pêşî lê bigire jî tune bû, lê nekir’.Ez gelek bi hêrs im. Xemgîn im. Mêrê êrîşkar hema li bin dilê min xist. 3-4 deqe derbasbibûna ez ê bimrama. Ger kesek ji kolanê derbas nebûna belkî ez bikuştama.Ez bi fikar im lê çi dibe bila bibe ez dest ji dozê bernadim.”