Du girtî, hucre û tehdîda mirinê

  • 09:04 22 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Girtiyên di doza Nisêbînê de parastin kirin, birin hucreyê îşkence lê kirin. Girtiyên 7 meh in di hucreyê de ne û agahî jê nayên girtin, rewşa wan fikarê zêde dike. Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew ji ewlehiya canê wan bi fikar in.
 
4’emîn rûniştina doza 53 kesên di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de hatin tehliyrkirin û piştre hatin girtin di rojên borî de hat dîtin. Parastinên girtiyan bûn rojev. Di îdianameyê de îşkenceya ku di bin çavan de li girtiyan hatiye kirin, nehat bicihkirin û piştî parastinên girtiyan li girtîgehê îşkence li wan hat kirin.
 
Osman Uçar û Abdulkadîr Baybars yên di rûniştina duyem de parastin kirin, piştî dozê şûnde li girtîgehê bi îşkencê hatin surgunkirin û xistin hucreya yek kesî. Xizmên girtiyan diyar kirin ku ev 7 mehe di hucreyê de tên girtin û gotin: “Çima li wir tên girtin em nizanin. Em ji ewlehiya canê zarokên xwe bi fikar in.
 
‘Bi mehane em agahiyê jê nagirin’
 
Osman Uçar piştî parastina di dozê de kirin şûnde ji girtîgeha Osmaniyê birin Girtîgeha Hejmara 3'emîn a Tarsusê û ji meha nîsanê de ye di hucreya yek kesî de tê girtin. Osman dema derdikeve hevdîtinê ji girtiyên din tê veqetandin û dema ji bo dozê hat Mêrdînê jî ji girtiyên siyasî cuda di hucreyê de tê girtin. Malbatê banga hestiyariyê kir û got: “Kurê me bimre agahiya me jê çê nabe. Carna em bi mehan agahiyê jê nagirin. Em di telefonê de dipirsin dibêje tiştek tune ye. Lê di hevdîtinan de em dibînin. Wî nabin cem kesî. Ev 7 mehe wisa ye. Bila êdî dawî li vê pêkanînê bê anîn.”
 
‘Di nava nanê wî de kêzik derdikeve’
 
Abdulkadîr Baybars jî piştî parastina li Mêrdînê şûnde birin Girtîgeha Hejmara 3'emîn a Osmaniyê û kirin hucreya yek kesî. Dayika wî Resmiye Baybars diyar kir ku 7 mehe kurê wê di hucreyê de ye û wiha got: “Di xwarinên wî de her tim kêzik derdikevin. Nîvê şevê dikevin odeya wî û wî derb dikin. Şevekê jî dikevin odeya wî û hewl didin wî bifetisînin. Nahêlin bi kesekî re biaxive û bê cem hev. Cilên em dişînin şûnde vedigerînin. Ev 4 runiştine bi heman cilan tê. Nav û avê jî nadinê. Bila êdî tiştek bê kirin.”
 
‘Ez nizam wê heta kengê bidome’
 
Abdulkadîr Baybars jî bi hevkariya malbatê peyam şand û ev tişt anî ziman: “Di runiştinan de jî di navbera min û hevalan de leşker rudinin. Ev 6 mehe di hucreyê de me. Sedema wê jî nizanim. Bi kesî re nikarim biaxivim. Hefteyê carê bi malbatê re diaxivim. Li Mêrdînê jî di hucreyê de mam.Ji ber parastinan em kirin hucreyê. Lê em nizanin wê ev hîna heta ku bidome.”