Doza Gulser taloqî 9’ê Mijdarê hat kirin

  • 16:52 19 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê hat dîtin. Doz taloqî 9’ê Mijdarê hat kirin.
 
Danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ku 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û Dadgeha Herêma Dîlokê ku ji aliyê 4'êmîn Daîreya Ceza ve hat xirakirin, 1'emîn  rûniştina dozê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdinê hat dîtin. Gulser Yildirim li Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS'ê  tevlî tozê bû. Xizmên Gulser û parêzerên wê di salonê de amade bûn. Xizmên Gulser, Parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Ebru Gunay, Pero Dundar û Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr doz şopandin.
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan daneşîn hat destpêkiirn. Dadgehê dosyaya ku ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve pêşkêşî dadgehê hat kirin kontrol kir û ji Gulser hat pirsîn ku gotineke wê heye yan na. Gulser jî anî ziman ku li dijî biryara ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatiye dayîn tu gıtineke wê tune ye.  
 
Heyeta Dadgehê ji meqamê îddîayê mutala xwest. Maqamê îddîayê di mutalayê de derbarê Gulser de ji sûcê "Endamtiya rêxistinê" ceza xwest. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Gulserê bê berdewamkirin, herdu dosyayên derbarê wê de bên yekirin û doz taloqî 9'ê Mijdarê kir.