‘Pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê ji lihevkirina civakî re xizmetê nake’

  • 09:16 8 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENQERE- Li gorî lêkolînên hatine kirin, heta niha gelek qanûnên efûyê hatine derxistin û nokteya van ya hevpar ev e ku mriovên daxwazên demokratîk anine ziman, di nav xwe de ne hewandine. Parêzer Sevînç Haciogullari diyar kir ku pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê ji lihevkirina civakî re xizmetê nake û got: “Heta ku pisgirêkên sûc diafirîne, pirsgirêkên darazê, bêdadiya di mevzuata ceza de neyên çarserkirin,pisgirêk wê kûrtir bibin.”
 
Pêşnûmeya efûyê ya di rojên borî de MHP’ê pêşkêşî meclîsê kir, kujerên karker û jinan, sûcên şîdeta li hemberî jinê wê bihundirîne. 
 
Efûya yekem di 1922’an de
 
Heta niha li Tirkiyeyê ji 100’î zêdetir ‘qanûnên’ efûyê hatin derixistin. Efûya giştî ya yekem di 7’ê Çileyê 1922’an de hat derxistin. Qanûn ji 4 xalan pêk dihat. Girtiyê ji 3’an 2 cezayên xwe temam kiribûn hatin efûkirin. Di 1923’an de jî efûyek hat derxistin. Di 1924’an de dîsa efûyek giştî ha derxistin.
 
Ji bo 10’emîn sala Komarê efûya taybet
 
Di 10’emîn salvegera damezrandina komarê de di 26’ê cotmeha 1933’an de dîsa qanûneke efûyê ya nû hat derxistin. Di efûya giştî de kesên 3 sal cezayê wan derbas bûne jê fêde girtin. Piştre di 26’ê cotmeha 1960’î de qanûnek efûyê hat derxistin.
 
Di 1974’an de bi sedema 50’emîn salvegera Komarê efûyek hat derxistin. Di 2000 û 2002’an de jî qanûnên efûyê hatin derxistin.
 
Efûya Rahşanê
 
Di 22’ê Kanûna 2000’î de bi pêşniyara Rahşan Ecevîtê re qanûnek efûyê hat derxistin. Ev wek qanûna ‘Efûya Rahşanê’ hat bi navkirin. Piştî qanûna efûyê girtîgehên ku 70 hezar kes kapasîteya wê tije bibû, daket 40 hezarî. 
 
‘Wê xwendekar û girtiyên nexweş sûdê negirin’
 
Li welat heta niha di hemû qanûnên hatine derxistin de, girtiyên siyasî û rewşenbîran cih negirtiye. Xwendekar, siyasetmedar, girtiyên nexweş, jinên bi zarokên xwe re girtîne, akademîsyen û kedkar di efûyê de cih nagirin.
Parêzer Sevînç Hocaoglullari bi lêv kir ku divê pêşnûmeya efûyê xîtabê hemû aliyan bike û wiha got: “Heta ku pisgirêkên sûc diafirîne, pirsgirêkên darazê, bêdadiya di mevzuata ceza de neyên çarserkirin,pisgirêk wê kûrtir bibin. Kesên ku daxwazên demokratîkbûnê anîne ziman ji vê efûyê fêdeyê nagirin. Pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê ji lihevkirina civakê re bi tu awayî xizmetê nake. Kesên her cureyê sûc dikin jî wê bê ceza bimînin û bi bêcezabûnê tên xelatkirin.”