Berdêla nan û şîr muebeta giran!

  • 09:11 6 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Onder Poyraz ê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de ji bo şîr û nan ji zarokên xwe re bigire derket derve û bi guleya ji wesayîta zirxî derket birîndar bû û piştre hat girtin, niha cezayê muebbetê danê. Dadgehê derbarê Onder de cezayê muebetê da. Hevjîna Onder, Fîrdevs Poyraz bertek nîşanî bûyerê da û diyar kir ku bi salene bi awayekî dijhiqûqî ji xwe girtiye û niha jî muebetê didin.
 
Onder Poyraz ê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de ji bo ji zarokê xwe re şîr û nan bigire derket derve û bi guleya ji wesayîta zirxî derket birîndar bû, piştre hat girtin û niha cezayê muebeta giran lê hat birîn. Hevjîna wî Fîrdevs Poyraz wiha got: “Ji bo nên derket, niha bi cezayê muebetê tê darizandin.”
 
Fîrdevsê bi lêv kir ku di 26’ê Çileyê 2016’an de di dema qedexeyê de ji ber tiştekî xwarinê li mal nemaye, hevjînê wê ji mala wan a taxa Yafes derketiye û got: “Ji wê rojê şûnde êdî nehat malê. Ji bo şîr û nan derket derve. Carek din nehat. Piştre em hîn bûn ku birîndar bûye û rakirine Êlihê. 9 rojan hatiye dermankirin û piştre birine Girtîgeha Êlihê. Niha anîn Girtîgeha Şirnexê. Li wir jî tenê carekê birin cem bijîşk. Bi mehane divê emeliyat bibe lê nakin.”
 
‘Bedela şîr û nan, muebeta giran’
 
Fîrdevsê ev tişt anî ziman: “Me 5 meh şûnde hevjînê min dît. Bêyî ku sûcê wî hebe hat girtin. Ma mirov ji bo nan û şîrekî tên girtin. Ez bi du zarokên xwe re bi salan e li bende wî me. Keça min ya biçûk dema bavê wê hat girtin yek mehî bû. Niha em diçin girtîgehê bavê xwe nas nake. Kurê min her tim bavê xwe dipirse. Onder ev sê sale di girtîgehê de ye û cezayê muebetê danê. Divê bi riya îstînafê biçe Dîlokê. Lê rewş ne baş e ku em bişînin wir jî. Hevjînê min tu tiştek nekiriye. Tu sûcê wî tune ye. Em edaletê dixwazin.”