Daneşîna 4'emîn a Doza Nisêbînê hat dîtin

  • 13:53 5 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna 4'emîn a Doza Nisêbînê ku  17 kes di serdema qedexeya kolanan a li Nisêbînê de dema ji taxê hatin tehliyekrin hatin girtin jê tên darizandin  li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Doza ku kesek jê nehat berdan taloqî 15’ê Mijdarê hat kirin.
 
Di 26'ê gulana 2016'an de li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de 70'ê  kes ji taxê hatibûn tehliyekirin û piştre jî hatibûn binçavkirin. Ji van 70 kesan 17 jê zarok bûn û hat ragihandin ku di binçavan de bi îşkenceyê re rûbirû mane û piştre jî hatine girtin. 4'emîn daneşîna doza ku 17 zarok jê tên darizandin îro hat dîtin.
 
Daneşîna ku ji avahiya SGK'ê neqlî edliyeyê hat kirin zarokek anîn daneşînê û zaroka bi navê A.T. jî bi rê ya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû. 15 zarokên din jî li gor îdîayan ji ber di SEGBÎS’ê de pirsgirêk derketiye hat îdakirin ku nikaribûne tevlî bibin. Daneşîna ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin, ji malbat û çapemeniyê re girtî hat destpêkirin. Parêzerên zarokan bi tenê tevlî dozê bûn.
 
Di îdîanameya ku hat xwendin de ji bo her zarokekî  76 caran Cezayê Giran ê heta hetayê tê xwestin.
 
Heyeta Dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir û biryar da ku rewşa gitî ya zarokan bê berdewamkirin û  zarokan bê  û doz taloq 15’ê Mijdarê kir.