Keça Pakîze Hazar: Heta kujer ceza negire em ê têbikoşin

  • 09:05 5 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Pakîze Hazar sala borî li Licê di qada ku ji trafîkê re girtîbû, wesayîta zirxî lê ket û jiyana xwe ji dest da. Ajokar S.K yê ji sedî sed bi qusur hat dîtin, hîna cezayê pêwist negirtiye. Keça Pakîzeyê, Şayîle Gulten bertek nîşan da û diyar kir ku ew ji salên 90’î heta niha şahidê zilma dewletê ne û got wê her tim şopdarê dozê bin.
 
Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Licê ya Amedê jina bi navê Pakîze Hazar a 85 salî, ji bo maeşê xwe bigire, çû PTT'ê ya ser Kolana Mumîn Aga ya ji trafîkê re girtiye û li ber PTT’ê wesayîta zirxî lê xist û pelçiqand. Pakîzeyê jiyana xwe ji dest da û ajokar jî tevî ku ji sedî sed bi qusur hat dîtin, hîna li holê kesekî ceza girtiye ne jî hatiye darizandin heye.
 
Keça Pakîzeyê, Şayîle Gulten bertek nîşanî tiştên hatine jiyîn da û bi lêv kir ku ajokarê weseyîta zirxî çawîsê pispor S.K ye û salek û 8 meh ceza lê birîne lê wan îtîraz kiriye. Şayîleyê wiha berdewam kir: “Îtîraza me hat qebûlkirin. S.K wê ji nû ve bê darizandin. Heta S.K cezayekî di cih de negire em ê şûnde gavê navêjin.”
 
‘Hîna kesekî ku ceza girtiye tune ye’
 
Şayîleyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Derdê me ne tazmînat e. Çi jî bikin em tazmînatê nagirin. Em ê heta dawî şodarê dozê bin. Divê kesê dayika min kuştiye ceza bikşîne. Kî dizane çend kamera niha di wê wesayîtê de hebû. Ew derzî bûna jî mirov didît. Ji xwe di dîmenan de jî her tişt li holê ye. Dadgehê ji sedî sed bi qusur dîtiye. Lê hîna ceza nehatiye dayîn. Hûn çima ceza nadin? Çima li derve rehet digere. Canê me şewitî, bila canê kesên din neşewite.”
 
‘Me zilm bi salan berê nas kiriye’
 
Şayîleyê her wiha bi lêv kir ku piştî dayika wê miriye bavê wê tenê li gund maye û naxwaze ji gund bê û got: “90 salî ye. Bi tena serê xwe nikare bimîne. Psîkolojiya bavê min xera bûye. Dê û bavê me cara yekem zilma dewletê nas nake. Licê bi salan zilma dewletê dît. Ji xwe li gund aramî nehiştibûn. Bi salane rehet bernadin. Li her derê qerekol hene, leşker hene. Me salên 90’î jî jiyan. Gundê me şewitandin. Me koçî Edene, Stenbolê kir. Dê û bavê min piştî demekê vegeriyan. Her xetere dan ber çavan û hatin. Me zarokên wê ji wan re xanî çê kir. Lê niha gund jî, baxçe jî û xanî jî bêxwedî ma.”
 
‘Em ê heta dawî têbikoşin’
 
Şayîleyê di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Em armanca dewletê baş dizanin. Tiştê bi dayika min hat kirin tu wijdan qebûl nake. Dayika min temenê wê ji ser 80’ê bû. Bi awayekî kêfî hat qetilkirin. Armanca wan ev e ku Kurdan biqedînin. Ez li Stenbolê dijîm lê panzerekê nabînim. Ev zilm wê heta kengî bidome. Em heta hebin em ê ji bo dayika xwe têbikoşin.”