Ji ber mala xwe terk nekir 9 sal ceza lê hat birîn

  • 09:09 4 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX- Selamet Tekîk ya 8 mehe li Şirnexê girtiye, ji dozek din ya der barê wê de vebibû de 9 sal cezayê girtîgehê jê re hat dayîn. Parêzer bi gotina ‘Wijdana min vî cezayî qebûl nake, wijdana min’ îtîrazê serokê dadgehê kir û serokê dadgehê jî bersiva ‘wijdana min qebûl dike’ da. Zarokên Selametê jî gotin dixwazin em mirina wê ya li wir temaşe bikin.
 
Selamet Tetîk ya 56 salî bi hinceta 3 sal û 40 roj cezayê wê teqez bûye ev 8 mehe li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê girtiye. Di dosyayek din ya der barê wê de bi hinceta ‘endama rêxistinê ye’ 9 sal ceza jê re hat dayîn. Cezayê wê bi giştî bû 11 sal û 40 roj. Selamet bi hinceta di 2015’an de di qedexeyên derketina derve de mala xwe terk nekiriye û di bernameya televîzyonê de gotiye ‘Bijî berxwedana Cizîrê’ hat darizandin û doza wê di rojên borî de bi encam bû.
 
Parêzerê bi gotina ‘Wijdana min di vî temenî de cezakirina dayikekê qebûl nake, wijdana min ne rehet e’ îtîraz kir û serokê dadgehê jî got ‘wijdana min rehete û qebûl dike’.
 
Cezayê ewil yê Selametê, ji ber pîrozkirina Newroza 2012’an a tevî qedexekirina wezîrê karên hundir, pêk hatiye, hatiye dayîn. Selamet ya ji vê dozê bi salan hat darizandin 3 sal û 40 roj ceza girt.
 
Di qedexeyê de ji Cizîrê derneket
 
Selamet di qedexeyên derketina derve ya li Cizîrê de ji mala xwe ya taxa Nûr bi kurê xwe re yê 16 salî, derneket. Piştî pevçûn bi dawî bûn, Selamet çû cem zarokên xwe. Heman rojê bi ser mala wan de hat girtin û Selamet jî di nav de her kesê li malê hatin binçavkirin. Der barê hemû endamên malbatê de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ doz hat vekirin. ferdên malbatê piştî rojekê hatin berdan.
 
Lê Selamet di meha Sibata borî de di serdegirtina malan de hat girtin û bi hinceta 3 sal û 40 roj ceza lê  hatiye birîn hat girtin. Selamet ya 8 meh e girtiye vê carê li ser îfadeya şahidê veşarî yê di dema pêvajoya qedexeyê de hatiye dayîn de 9 sal ceza lê hat birîn û hincet jî gotina ‘Bijî berxwedana Cizîrê’ nîşandan.
 
Parêzerê Selametê xwe amade dike ku dosyayê bişîne Dadgeha Îstînaf ya Dîlokê. Zarokên wê bertek nîşan dan û gotin: “Rewşa wê ji xwe ne başe. Ev 8 mehe di hundir de ye. Me digot wê ev ceza çawa biqede. Lê niha 9 salên din jî danê. Ceza hat dayîn lê bila neyê erêkirin. Bila tiştek bê kirin.”