Qedexeya derketina derve ya li dijî xwendkaran hat rakirin

  • 14:55 3 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Di daneşîna doza ku 30 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê jê dihatin darizandin de qedexeya derketina dervê welat ya li ser xwendekaran hat rakirin.
 
Daneşîna 2'emîn a 30 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku di dema operasoynên li ser Efrînê de li dijî kesên ku loqumê operasyon belav kirin pankarta "Lokumê dagirkirin û qirkirinê nabe" vekirin ku bi îdaya "Propagandaya rêxistinê" jê tên darizandin  li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê li  32'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.  Di daneşîna ku gelek xwendekar û akademîsyenan şopand de parlamenterên HDP'ê  Erkan Baş û Huda Kaya jî cih gitin. Di daneşînê de hat diyarkirin ku dosyaya navê 22 bersucan tê de heye 8 bersucên ku wekî firar tên zanîn ku doza wan cuda dihat dîtin jî dosyaya wan bi heman dosyayê re hatiye yekirin.
 
'Çalakiya ku me kir ne propaganda ye'
 
Di daneşînê de parastina 8 kesên ku berê nehatinbûn guhdarkriin û piştî daneşîna yekem navê wan li dosyayê hat zêdekirin hat qebûlkirin. Xwnedkarên ku roja bûyerê vegotin gotin ku ew tevli çalakiyê bûnê lê tevli niqaşan nebûne û dirûşmên ku berz kirine jî ne propagandaya rêxistinê ne. Herwiha xwendkaran daxwaza beraetê kirin û gotin ger ku dadgeh vê qebûl nake jî bila qedexeya derketina dervê welêt ya li dijîme hatiye kirin bê rakirin.
 
Parêzerên xwendekaran jî îşkence û muameleya xirab a li dijî xwendekaran di bin çavan de bi bîr xist, lê heyeta dadgehê got ev li ber çavên me nehatiye kirin delîlên xwe bi hev din û li dozgeriyê serlêdana sûc bikin. 
 
Qdexeya derketina dervê welêt hat rakirin
 
Parêzeran xwest ku qedexeya derketina dervê welêt ya li dijî muwekîlên wan bê rakirin. Heyeta dadgehê jî biryar de ku qedexeya derketina derve ya li dijî hemû xwendekarên ji vê dozê tên darizandin bê rakirin û îadekirin alavên wan ên dijîtal jî red kir .Daneşîna piştî vê wê di 19'ê Adara 2019'an de bê dîtin.