Ji bo gumanbarê Komkujiya Dîlokê jesta ‘tenduristiyê’

  • 09:14 3 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ENQERE- Ji aliyê DAIŞ’ê ve li Dîlokê li hember dawetekê êrîşek pêk hatibû ku 40 jê zarok 56 kesî jiyana xwe jid dest dabûn. Di dosya komkujiyê de hîna tu pêşketin tune ye û ligel vê Fadîle Halaç Cebael ya ji dosyayê dihat darizandin jî hat tahliyekirin. Yek ji parêzerê dozê Eylem Sarioglu Aslandogan wiha got: “Dadgeh hewl dide demildest dosyayê bigire. Fadîle ne tenê endama DAIŞ’ê ye, yek ji kesa ku alîkarî daye ku ev komkujî pêk bê ye.”
 
Di 20’ê Tebaxa 2016’an de li taxa Baybahçe ya Şahînbey a Dîlokê ji aliyê DAIŞ’ê ve li hember daweta malbatek Kurd êrîşa bombeyî pêk hat û 40 jê zarok 56 kesî jiyana xwe ji dest dan, 69 kes jî birîndar bûn. Doza der barê mijarê de li ser daxwaza 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Dîlokê ji aliyê 5’emî Daîreya Cezaya Dadgeriyê ve birin Qeyseriyê. Tevî 2 sal ser bûyerê de derbas bû di dosyayê de tu pêşketin tune û ligel vê gumanbara girtî dihat darizandin Fadîle Halaç Cebael jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan.
 
Daxwaza berhevkirina delîlan hat redkirin
 
Gelek kesên hatin binçavkirin gotin ‘wan di bin îşkencê de îfade dane’ û her wiha daxwaza parêzeran a bila delîl bên komkirin jî di her runiştinê de hatin redkirin. 
 
Parêzer Eylem Sarioglu Aslandogan hem biryara berat û hem jî dosya nirxand û got ji bilî delîlên ewil hatine bidestxistin wêdetir delîl neketine dosyayê û got: “Dosya li ser îfadeyên hinek gumanbaran pêş ketiye. Van gumanbaran piştre gotin ‘me di bin îşkencê de îfade daye, bila hinek delîl bên komkirin’. Kesên pişt komkujiyên DAIŞ’ê pêk anîne divê derkevin holê. Dadgeh jî li şûna ku van lêkolîn bike, hewl dide ku demildest dosyayê bigire.”
 
‘Emê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Eylemê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji ber doz birine Qeyseriyê malbat nikarin biçin û got: “Ev jî biryarek bi zanebûn hatiye kirinê ye. Sedema birina dosyayê ev bû ku birêveçûna dozê biguherin. Jİ ber her kes nikare biçin cihê dûr û tevli bibin. Dîlok yek ji cihên ku DAIŞ xwe lê rêxistin dike ye. Lê dosya biçe ku emê biçin wir. Heta gumanbar neyên cezakirin emê têbikoşin.”
 
‘Fadîle ne tenê endama DAIŞ’ê ye’
 
Eylemê bertek nîşanê berdana hevjîna bombeyê zindî Mehmet Kadîr Cebalî, Fadîle Cebalî ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatiye berdan, da û got: “Fadîle ne tenê endama DAIŞ’ê ye. Alîkarî daye pêkanîna komkujiyê jî. Pisgirêkên tenduristiya wê li ber çavan hatiye dîtin û qedexeya derketina derve danê. Me di 25’ê îlonê de ji dadgehê re ragîhand ku Fadîle dîsa bê girtin. Lê hat redkirin.”