Lêkolîna cihê bûyerê 7 meh şûnde hat kirin

  • 09:08 3 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li Taxa Cudî ya Cizîra Şirnexê Ayşenur Geçît a 7 salî û Harun Çagli yê 4 salî di teqîna hat jiyîn de jiyana xwe ji dest dabûn û dosya wan ji demboriyê re hat hiştin. Di girteka lêkolînê ya di dosyayê de cih digire tê diyar kirin ku lêkolîna cihê bûyerê 7 meh şûnde hatiye kirin û tespîtkirina nasnameya gumanbaran ne pêkan e.
 
Dosyaya Ayşenur Geçît a 7 salî û Harun Çagli yê 4 salî ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan bi hinceta ‘hewce bi lêkolînê tune ye’ hat girtin. 
 
Di 30.03.2016’an de li Kolana Yaman a Taxa Cudî ya Cizîrê li ereziya vala du zarokên dilîstin di teqîna pêk hat de birîndar bûn. Harun ji serê xwe û Ayşenur jî ji mil, çîm û riyê xwe birîndar bû. Harun dema dibirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û Ayşenur jî dema sewqî Êlihê dikirin jiyana xwe ji dest da. Der barê bûyerê de doza cemawerî hat vekirin û di mehên borî de biryara ‘lêgerîna daîmî’ ji kiryarnediyariyê re hat hiştin.
 
7 meh şûnde li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin
 
Di girteka lêkolînê ya di dosyayê de cih girtiye, cih dane daxuyaniyek ji yek paragrafê pêk tê. Di girtekê de tê destnîşankirin ku li cihê bûyerê ne kamerayek, ne şahidek tune ye û ji ber vê berpirsên bûyerê jî nehatine dîtin. Hat gotin ku piştî bûyerê 7 meh şûnde li cihê bûyerê lêkolîn hatiye kirin û ji ber vê berpirsên bûyerê nehatine tespîtkirin.