'Xizmetên ji bo gel ne sûc in'

  • 09:17 2 Cotmeh 2018
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç 
 
WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû der barê 500 endamên meclîsê de ji ber çêkirina pirê ku li ser daxwaza gel hatibû çêkirin, lêpirsîn da destpêkirin. Der barê pira ku li heman mewkiyî ku ji aliyê Îdareya Taybet a Navendê ve hatiye çêkirin de tu lêpirsîn nehat vekirin. Ligel vê pirsên trajîkomîk hatin pirsîn.
 
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû şûnde ji aliyê serdozgeriya komarê ya Wanê ve der barê hevşaredar, endamên meclîs û xebatkarên şaredariyê de gelek lêpirsîn hatin vekirin. Yên nehatin girtin, hefteyê du caran gazî îfadeyê dikin. 
 
‘We çima ji çêkirina pirê re got erê?’
 
Yek ji xebatên bû mijara lêpirsînê Pira Koruklu Vadî ya navçeya Şaxê bû. Li pira ku Îdareya Taybet a Navendê çêkiriye lêpirsîn nehat vekirin. Lê der barê biryara çêkirina pira ku di 17’ê Mijdara 2014’an de hat çêkirin, li endamên meclîsê yên tevlî civînê bûne lêpirsîn hat vekirin.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de 19 jê jin 50 endamên meclîsê yek bi yek gazî TEM a Wanê kirin û îfadeya wan girtin.
 
Yek ji kesên ewil gazî îfadeyê kirin endama Meclîsa Payîzava Handan Karakoyun bû. Handanê diyar kir ku wan li ser daxwaza gel pir çê kirine û pir 10 kîlometre ji navçeyê dûr e û nêzî midûriyeta emniyet û cendermeyane. Handanê bi lêv kir ku pirsa ‘we bi îradeya xwe civîn çê kir?’ pirsîne û da zanîn ku ew wek kesek hatiye hilbijartin, xwedî rayeya ku daxwaza gel bîne cih. 
 
Handanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xizmetên ji bo gel ne sûc in û got lêpirsîn der barê 50 endamên meclîsê de hatiye vekirin.