Di dosya Ekîn Wan de kujer diyarin lê kes nayê darizandin

  • 09:50 28 Îlon 2018
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Der barê teşîrkirina wêne û îşkenceya li ser cenazeyê Ekîn Wan de, lêpirsîn hatibû destpêkirin û di dosyayê de tê gotin ku polîs û leşkerên li ser cenazê poz dane nasnameya wan hatiye tespîtkirin û di telefonên 24 kesî de li gel ku wêne heye jî hîna kes nehatiye darizandin an jî ji peywirê nehatine girtin.
 
Di 10’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgima Muştê di pevçûna ku derketibû de Kevser Elturk (Ekîn Wan) yaYJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dabû û piştî îşkence li cenazeyê wê hatibû kirin cilên li ser hatibûn derxistin, wêneyên wê kişandibûn û di çapemeniyê de weşandibûn. Piştî wêneyan li her derê Kurdistanê jinan çalakî pêk anîn.  Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK’ê hat girtin der barê îşkencekirin û teşîrkirina cenazê de serlêdana sûc kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de hat diyarkirin ku nasnameya kesan hatiye tespîtkirin lê kes nehatiye darizandin.
 
Lêpirsîn didome
 
Lêpirsîn li ser du esasan tê meşandin. Ya yekem Ekîn Wan bi saxî hatiye girtin, bi îşkencê hatiye înfazkirin û der barê vê de lêpirsîn bê meşandin. Ya duyem jî îhtîmala hatiye înfazkirin an jî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye, piştre cilên li ser cenazê hatine derxistin û ji aliyê leşkeran ve wêneyên wê hatine kişandin û li ser medya civakî hatine belavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de tê gotin ku nasnameya 24 kesên li ser cenazê poz dane hatiye tespîtkirin û telefonên wan hatine desteserkirin û di telefonên van kesan de wêneyên bi vî rengî hatine dîtin. 
 
Parêzer Gulşen Ozer da zanîn ku Tirkiye peyamana ku alîgirê wê ya pêk nayne û got peyman di alî pêşîgirtina îşkencê de ferzkirinan dike. Gulşenê destnîşan kir ku hemû tiştên li cenazeya Ekîn Wan hatiye kirin îşkencê îfade dike û bûyera derketiye holê wijdana hemû civakê birîndar kiriye û li hember vê bertek hatine nîşandan. Gulşenê diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên di wêneyan de cih girtine sûcê îşkencê pêk anîne û bi lêv kir ku tu kes ji dosyayê nehatiye darizandin an jî ji peywirê nehatiye durxistin.