Fahriye Yildirim:Ger ku zarokên wî jî hebin ew ê vê doz bi wican rêve bibe

  • 14:59 27 Îlon 2018
  • Hiqûq
AMED - Dayika Medenî Yildirim Fehriye Yildirim a  ku tevli daneşîna doza kujerê lawê xwe  ku li Licê dema tevli çalakiya şermezarkriina qereqol - kelehkolan bû jiyana xwe ji dest da bû, li ber Edliyeyê bang serokê dadgehê kir û wiha got: "Ger ku ew jî bav be û ewladên wî hebin wê wicdanê wî ne rehet be û wê vê dozê wekî doz bi rêve bibe."
 
Li gundê Hêzan yê Licêya Amedê, di 28'ê Hezîrana 2013'an de Medenî Yildirim tevli çalakiya şermezarkirina qereqol -kelehkolê bû ku di encma êrîşa leşkeran de jiyana xwe ji dest da doza derbarê qetilkirina wî de li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Daneşîna doza ku leşkerê bi navê Adem Çiftçî wekî bersûc jê tê darizandin, dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim û parêzerên malbatê tevli bûn. Rêveberên HDP'ê yên bajêr jî daneşîn şopandin.  
 
Ji ber ku encma keşfê nehat daneşîn hat taloqkirin
 
Dadgehê di daneşîna berê de xwestibû ku cihê bûyerê bê keşfkirin û ji ber ku rapora keşfê ji dadgehê re nehat ragihandin daneşîn taloqî 13'ê mijdarê hat kirin. 
 
'Îfadeya leşkerênên bi paye nehat gitin'
 
Dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim bertek nîşanî taloqkirina dozê de û got ku darizandineke edlî nehatiye kirin. Fahriye got ku wan derbarê 3 kesan de serêdana sûc kirine û wiha berdewm kir: "Ji van kesan du kes ji ber ku bi paye ne hîna îfadeya wan nehatiye gitin û li ber çav jî nayên girtin. Tenê kesek heye, ew jî ne mecbûre ku tevli daneşînê bibe! Em hîna li hêviya wan in. Lê edalet li cem wan peyda nabe. Tişta ku anîne serê her kesî niha tînin serê me jî."
 
Bi çekên bi xwîn hat ber edliyê
 
Fahriye, Fahriye dema ku bahsa qetilkirina lawê xw kir qutiya di destê xwe de vekir. Fahriye ya ku got heta hebe ewê van çekan ji destê xwe neke xwarê û di berdewamiyê de ev tişt got: "Ez ê van kincan heta dawiya jiyana xwe veşêrim. Ev kincên Medeniyê min yên i xwîn in.  Heta ku kujerê lawê min cezayê heq dike negire ez van kincan ji destê xwe danaynim."
 
Fahriye anî zman ku dema Medenî jiyana xwe ji dest daye ev kinc li ser wî bûne û wê xwestiye ku van kincan nîşanî serokê dadgehê bike, lê ji ber ku daneşîn zû qediyaye wê fersend nediye û wiha bang li serokê dadgehê kir: "Ger ku ew jî bav be, ewladên wî hebin, wê hinekî wicdanê wî biêşe û wê vê dozê wekî doz bimeşîne."