Polîsê bi navê B.K. yê ku beraat kiribû dosya wî careke din hat vekirin

  • 16:26 26 Îlon 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jina bi navê M.B.  (21)  ji aliyê polîsê tevgera taybet B.K. ve rastî îstîsmara zayendî hatibû. Di derbarê sûcdar B.K. de “ Bi sedema îstîsmara zayendî” doz hatibû vekirin. B.K.  beraat kiribû. Li ser vê yekê Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê di derbarê mijarê de îtîraz kiribû û doz îro careke din hat dîtin. Doz taloqî 28’ê Mijdarê hat kirin. 
 
Li Mêrdînê jina bi navê M.B.  (21)  ji aliyê polîsê tevgera taybet B.K. ve rastî îstîsmara zayendî hatibû. Di derbarê sûcdar B.K. de “ Bi sedema îstîsmara zayendî” doz hatibû vekirin. Ji doza ku 12 sal ceza ji B.K. dihat xwestin B.K.  beraat kiribû. Li ser vê yekê Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê di derbarê mijarê de li Dadgeha Herêma Dîlokê îtîraz kiribû û doz îro careke din hat dîtin. Doz taloqî 28’ê Mijdarê hat kirin. Parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî, Hatîce Demîr û Elîf Tîrenç bi rêya SEGBÎS’ê ve li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tevlî dozê bûn.
 
Parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê wiha parastin kir: “Du raporên nakokî yên bijîşk bila careke din sewqî Saziya Tipa Edlî  bê kirin."
 
Bersûc negirtî hat darizandin û doz taloqî 28'ê Mijdarê hat kirin.