Figen Yüksekdag: Rayedarên îktîdarê çima bi KCD'ê re xebitîn?

  • 15:14 24 Îlon 2018
  • Hiqûq
ENQERE - Danişîna doza Hevseroka berê ya HDP’ê ku girtî tê darizandin Fîgen Yuksekdga pêk hat. Fîgen, der barê sucdariya ji ber xebatên KCD'ê parastin kir û got: " Nêzîkatiya li hemberî KCD'ê jî yek ji şerma îktîdarê ye. KCD yek ji saziyên çanda demokrasiyê ya vî welatî ya herî bi rûmet e. Ez bi xebatên KCD'ê serbilind im."
 
7’emîn danişîna doza Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a li Salona Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen, Alîkarê Hevserokê HDP’ê Mûrat Çepnî, Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Emîne Kaya, parlementer Habîb Eksîk, Oya Ersoy, Tulay Hatîmogûllari, Endamê ESP’ê Şahîn Tumuklu û heyeta Parlamentoya Ewropa doz şopandin. Ji bo şopandina dozê li salonê kotaya 40 kesî danîn û tenê destûr dan ku 40 kes dozê bişopînin. Destûr nedan ku rojnameger tevli danişinê bibin. 
 
Fîgen da zanin ku di her danişînê de rastî pêkanînên keyfî yên siyasî tê û helwesta rayedaran rexne kir. Fîgen, beriya parastinê bike, siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê 20’ê Îlonê li Hewlêrê bi kirîza dil jiyana xwe ji dest da bi bîr an û sersaxî ji malbatê re xwest. 
 
Fîgen, anî ziman ku wefata Ayhan rastiya Tirkiye û mecsîla Tirkiye baş li pêş çavan radixe û wiha got: "Ev wêneyê trajediya siyaseta Tirkiye nîşan dide. Ayhan li bajarê ku temsîl dike jiyana xwe ji dest neda, wekî gelek kesên din heman qeder jiya. Wekî Nazim Hîkmet, Ahmet kaya, Yilmaz Guney û gelek kesên din heman tişt jiya. Li gel ku ew qas bûyerên siyaseta Tirkiye dersê jê derxin pir in jî lê mixabin hêj ders dernexistiye. Em dê têkoşîn û doza Rêheval Ayhan pêş bixin. Dilê wî şad be." 
 
Fîgen b ibîr xist ku li Tirkiyeyê kirîzek siyasî heye û li navendê jî kirîzeke edaletê heye. Fîgen, bal kişand ser talûkeya kirîzê û wiha got: “Eger kirîz bi vî rengî dom bike wê kirîza edaletê hê girantir bibe, wê bibe sedemê nakokiyên civakî. Bi hezaran mirov mexdûrên kirîza siyasî ye."  Fîgen, da zanîn ku her zext û tundiya li ser wan zêde bû ew bêtir xurt bûn û bêtir tûj bûn û wiha got: "HDP di bin torpêçek mezin a siasetê de ye. Em dibînin ku êdi daraz ketiye bin hukmê siyasetê. Êdî saziyên darazê ne xwedî înîsiyatifa serbixwe ne ku biryarê bidin. 2 sal dermas nebûn ev dagirkerî niha bûye ilhak. Îro vesayet hatiye halekî wisa ku bûye mijara bazirganiyê. Êdî ev rezalet wisa belav bûye îktîdara siyasi pêdivî bi veşartina vê yekê jî nabîne." 
 
'Tenê navê edaletê heye'
 
 Fîgen, anî ziman ku îktîdara siyasî ya hemû mekanîzmayên dewletê xistine kontrola xwe li hemberî wan e û wiha got: "Di van şertan de tu heviya me ji heyetên dadgehê tune ye. Nivîsa “Adalet” ku li pişt heyetê nivîsandiye, tenê li ser dîwar hatiye nivîsandin. Li Tirkiye krîza kûr a siyasî heye. Di navenda wê de jî krîza edaletê heye. Lê tu derê îktîdara siyasetê vê yeke bibîne tune ye. Îktîdara siyasî li şûna li pêşeroja welat binere, tenê li pêşeroja xwe dinere." 
 
Daraz li pit mirovên mafdar nasekine'
 
Fîgen, da zanîn ku kriza edaletê bi rêk û pêk pêş dikeve û li vî welatî bi milyonan mirov krîza edaletê dijî. Ez xwe wekî mexdûr nabînim. Ev vesikaya min a rûmetê ye. Tişta em bikin em dê li ber xwe bidin. Niha li tirkiye bi milyonan dolar dizî kirin. Lê tu darger û dozger pirsa vê yekê nakin. Karkerên balafirgehê ji ber ku dibêjin pariyek nan li me nekin keratî û jar tên girtin. Daraz li pişt mirovên mafdar nasekin. Darazê bi fermana îktîdarê mirov girtin û şandin girtîgehan. Ev zinar her ku diçe kûr dibe. 
 
Fîgen, ani ziman ku 2 wekîlên girtî hebûn û wiha lê zêde kir: "Yek jê Enis Berberoglu û ya din jî Leyla Guven bû. Dozên me ne yên hiqûqê ne. Em dîl hatine girtin. Enis Berberoglu yek ji van kesên dîl hatibû girtin. Li ser bazaran Berberoglu hat berdan. Ger ku meclîs bixwaze dikare dîsa Enis Berberoglu bide girtin. Destnedayina me jî wisa bû. Di serdema faşîzma Hitler de jî pergalek hiqûqê hebû. Lê niha êdî pergal jî nemaye. Niha bê şerm dibêjin yên  ji daraze bawer dikin ji sedî 30 in. Lê niha ewlehî xistine bin piyan. Bi vî şiklî dê çawa ji darazê baer bikin. Em dê her dem bibin dengê demokrasî, edalet û rastiyan. Em rastî neheqiyek gelek mezin in. Lê me her dem demokras3i, û berxwedan tercîh kir. Darizandina Galileo heye. Li salonê got "Hûn çi bêjin bêjin, lê dunya dîsa dizîvire. Yê me jî hûn çiqas înkar bikin lê ev rastî heye. Dibe ku weki Hallac-i Mansur çermê wî bê guran, weki Seyid Rıza bên darvekirin, lê nikarin rastiyê biguherînin."
 
'KCD saziyek demokratîk e'
 
Fîgen, bal kişand ser sucdarkirina wê ya têkildarî xebatên KCD'ê û wiha got: "Dema ku min ev yek di dosya dozê de dît ez keniyam. Îro bi hezaran ji ber vê yekê tên darizandin. Darizandina KCD'ê di 2 salên dawî de dest pê kiriye. Lê KCD saziyek 11 salî ye. Heta niha daraz li ku bû. Dive em tespît bikin ku doza li KCD'ê vebûye ji ber feraseta hêzên siyasî ye. KCD rêxistina girsê ya saziyên demokratîk e. Ji bo çaresariya pirsgirêka kurd pergalek ava kiriye. Di serdema hevditinên Oslo û Îmraliyê de hatiye avakirin. Roja ku îktîdarê dest ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd berda, li dijî KCD'ê teror îlan kirin. Helwesta îktîdarê ya li dijî HDP’ê jî hat guhertin. 
 
Helwesta li dijî KCD'ê şerma îktîdara siyasî ye. Kengî dest ji çareseriya pirsgirêka kurd berdan, KCD wekî rêxistina terorê îlan kirin. Hêza wan a KCD'ê darizînin tune ye. Ne hêz û ne salon heye. Ger ku dê KCD'ê darizînin ev salon têr nakin. Pêdivî bi salona sed hezaran mirov heye. Îktîdarê li şûna têkeve rêya çareserî u demokrakiyê, pêhna xwe li xeta çareseriyê xist û rêya krîzê hilbijart. Kaosa niha dijî encama vê tercîha hikûmetê ye. Li cihê ku demorasî hebe jiyan jî heye. Em îro ji ber rastiyê tînin ziman em tên darizandin. Lê mixabin ên şaşiyan dikin azad dikin. Divê em li dijî vê tarizandinê têkoşînek xurttir bidin. Ez bi xebatên KCD'ê serbilind u rûmet im. "
 
Daneşînê bi parastinê berdewam kir.