Rojnameger Seda Taşkin dîsa nehat berdan

  • 16:04 12 Îlon 2018
  • Hiqûq
MÛŞ - Rojnameger Seda Taşkin di daneşina doza lê dihat darizandin de, diyar kir ku ji ber rojnamegertiyê dike hatiye girtin. Parêzer Ebrû Akkal jî, anî ziman ku di dosyeya Taşkin de tu tişt tuneye. Şandeya dadgehê biryar da ku girtina Taşkin berdewam bike.
 
3’yemîn danişîna doza nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Seda ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan Sîncanê, parêzerên wê Ebrû Akkal û Ridvan Konak bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Piştî danasîna nasnameyê, parêzer Ebrû Akkal, bal kişand ser sûcdarî û îxbarên derbarê Seda de hatin kirin û wiha parastin kir: “Di encam îxbara kesekê ku nasxwaze navê xwe bide de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Maîla îxbarê berdewamiya emniyet@gov.tr e. Kesekê naxwaze navê xwe bide ev maîl neavêtiye. Ev bêhiqûqiye. Ev lêpirsînek li dijî hiqûqêye. Akkal, xwest şahidên têkildarî dosyayê bên guhdar kirin. Şandeya dadgehê ev daxwaza Akkal red kir. 
 
'Ji ber rojnamgeriya xwe têm darizandin'
 
Piştî Ebru, rojnameger Seda parastin kir û wiha axivî: “Nûçeyên ku min çêkirin li holêne. Nûçeyên çandêne. Yekem car li Mûşê hatim binçavkirin. Ez berê qet nehatibûm binçavkirin. Min nûçe li ser medya civakê parve kirin. Weneyên weke sûc tên dîtin jî, berdewamiya nûçeyane. Ev nûçe jî yên hin kesên dine. Ev nûçe bi îmzeya min nehatine weşandin. Ez rojnamegerim. Min rojnamegertî li cihên cûda jî kir. Ez çûme hemû deverên Tirkiyeyê û min nûçe çêkirine. Lê yek ji wan jî di dosyeya min de tune ne.” 
 
'Bi sûcdariyan rojnamegerî nabe'
 
Seda, da zanîn ku nûçeyan Sîse Bîngol weke sûc hatine dîtin. Hemû rojnamegeran ev nûçe serwîs kirin. Ez vî sûcî qebûl nakim û ev dewama nûçeyan e. Ez van qebûl nakim. Ez dikarim nûçeya zarokekê di girtîgehê de çêbikim û ev ne sûc e. Ji ber ku rojnamegertiyê dikim hatim girtin. Hemû kes jî dizane bi van sûcdariyan rojnamegertî nayê kirin.”
 
Dûre parêzer Ridvan Konak parastin kir û daxwaza berdana mûwekîla xwe Seda kir. 
 
Heyeta dadgehê, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de, biryara berdewamkirina girtina Seda Taşkin da û danişîn taloqî 10’ê Kanûnê kir.