Doza Ozgurlukçu Demokrasî hat tarloqkirin

  • 14:21 12 Îlon 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Di doza Ozgurlukçu Demokrasî de Rojnameger Pinar Tarlak ' Bi şerdê kontrola edlî' serbest hat berdan. Derbarê girtiyên din de jî biryara berdewamiya girtina wan hat dayin. Rûniştin tarloqî 6'ê mijdarê hat kirin. 
 
1'emîn danişîna doza 6 jê girtî 14 xebatkar û edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin û dest danîn ser amûrên wan li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên girtî Reyhan Hacioglu, Hicran Urun, Pinar Tarlak, Îhsan Yaşar û bersûcên girtî yên din û parêzerên wan beşdarî rûniştinê bûn. Malbatên rojnamegerên ku hatin darizandin û rêxistinên pîşeyên çapemeniyê rûniştin şopandin. 
 
Berê xwediyê imtiyazê yê rojnameyê Îhsan Yaşar û Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê Îshak Yasul parastina xwe kirin. 
 
Piştre editorên rojnameyê parastina xwe kirin. Hicran Urun got:"Li vî welatî tenê rojnameyên ku dengê îktadarê dide bihîstin hene. Me xwest ku yên dengên wan nayen bihîstin em bidin bihîstin. Ez rojnamegeriya yekalî qebûl nakim."
 
Hicranê parastina xwe bi daxwaza beraatê bi dawî kir. 
 
Piştre xebatkara rojnameyê Pinar Tarlak xwe parast.
 
Piştre Ramazan Solak, bersûcê negirtî parastina xwe kir. Ramazan sûc qebûl nekir. Piştre Mehmet Ali Çelebî xwe parast û anî ziman ku ew rêgezên çapemeniya navneteweyî esas digirin. 
 
'Em dibêjin rojnamegerî ne sûc e'
 
Piştre editora rojnameyê ya girtî Reyhan Hacioglu parastina xwe kir. Reyhanê anî ziman ku ew ji ber pîşeya xwe ya rojnamegeriyê tê darizandin û got ku, Tirkiye di warê çapemeniya azad gelek li paşve maye,  em dibêjin rojnamegerî ne sûc e.
 
Piştre derbasî beyana parêzeran bû. Herî dawî parêzer Ozcan Kiliç mafê axaftinê xwest. Piştî parastina Ozcan heyeta dadgehê biryar da ku Pinar Tarlak 'Bi şerdê kontrola edlî' bê berdan. 
 
Her wiha heyeta dadgehê Reyhan Hacioglu, Hicran Urun jî di nav de biryara berdewamiya girtina 5 kesî da û rûnitin tarloqî 6'ê Mijdarê kir.