Doza Ozgurlukçu demokrasiyê hat destpêkirin

  • 12:09 12 Îlon 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Daneşîna doza  xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê ku 6 jê girtî bi giştî 14 kes jê tên darizandin dest pê kir.
 
Piştî qeyûmê ku di 28'ê Adara 2018'an de tayînî Ozurlukçu Demokrasiyê hat kirin, di 8'ê Tîrmeha 2018'an de rojname bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin. Piştî ku rojname hat girtin bi operasyona ku hat kirin 6 xebatkarên rojnameyê hatin girtin û debarê 14 kesan de jî doz hat vekirin. Daneşîna yekem a Doza ku li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran  hat vekirin dest pê kir. Di daneşînê de rojnamegerên girtî Reyhan Hacioglu, Hîcran Urun, Pinar Tarlak, Îhsan Yaşar û hin bersûcên girtî û parêzerên wan jî tevli bûn.
 
Beriya daneşînê daxuyanî
 
Beriya ku daneşîn bê destpêkirin li ber Edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Di dazuyaniyê de parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alî Kenanoglu, Zuleyha Gulum û  Ahmet Şik, Sendîkaya DÎSK Basin Îş ya Rojnamegeran, JINNEW, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û gelek rojnamegerên din amade bûn. Li ser navê komê daxuyanî ji aliyê Berdevkê OGÎ'yê  Hakkî Boltan ve hat xwendin.
 
Hakki diyar kir ku ew ji bo bi piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên girtî li vê derê ne û got ku ew azadiya rojnamegerên ku bi awayê dijhiqûqî hatine gitin dikin.
 
Piştî daxuyaniyê kom ji bo ku dozê bişopîne ket hundirê edliyeyê. Doz bi bi parastina Xediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yara hat destpêkirin.