Daneşîna doza Fîgen Yuksekdag hat taloqkirin

  • 16:10 11 Îlon 2018
  • Hiqûq
AMED - Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li gel ku ji bo doza xwe ya hat dîtin mazereta xwe ragihand jî bi darê zoarê birin odeya SEGBÎS'ê. Fîgen di axaftina ku kir de wiha got: "Serokomar ji Qesra xwe ji bo ku em bên cezakirin talîmatan dişîne û ji ber vê dadgehê jî nikarin bê alî û xewser tevbigerin.
 
Daneşîna 4'emîn a daoza  Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekgdag  ku bi îdaya  "Gelê tirk û komara tirk biçûk xistiye" di 4'ê mijdara 2016'an de hat vekirin li 13'emîn Dadgeha Cezayê Eslî a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de parêzerên Fîgenê amade bûn û Fîgena ku li gel mazereta xwe ragihand ku ew ê tevli daneşînê nebe jî bi darê zoarê gitin odeya SEGBÎS'ê.
 
'Ev helwesteke bi zanebûn a li dijî min e'
 
Fîgen a ku diyar kir ku ji ber îdanameya dozê ji wê re nehatiye şandin ew ê parastinê neke lê ew ê derbar usula dozê de çend tişan bibêje got: "Li gel ku min mazereta xwe ragihand jî nehat qebûlkirin û bi darê zorê ji aliyê dadgehê ve min anîn odeya SEGBÎS'ê û ev ne li gotî qanûnê ye. Divê ku mazereta min bihata qebûlkirin. Anîna min a bi zorê ya odeya SEGBÎS'ê helwesteke bi qastî ya dadgehê ye. Tê zanîn ku derbarê dosayên bi vî rengî de li gorî serokomar muamele tê kirin û em dizanin ku cezayê me hatiye teqezkirin. Derbarê me de li ser daxwaza serokomar li gel ku titên me gotine ne sûcin jî wekî sûc tên qebûlkirin û her kes vê dizane. Em ne di fikra ku dadgeh bê alî tevdigere de ne."
 
Parêzera Fîgenê Reyhan Yalçindag Baydemîr jî derbarê muwekîla xwe de anî ziman ku muwekîla wê ji ber nasnameya xwe ya polîtîk tê darizandin û got ku muwekîla wê bi awayekî dij hiqûqî parlamenteriya wê hatiy xistin û doz ji ber axaftina wê ya di bin çavan de doz lê hatiye vekirin. Reyhan bi bîr xist ku lî 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqeryê derbarê muwekîla wê de dozeke din jî hatiye vekirin û diyar kir ku her du îdianame jî li gorî metnê parastinê hatine amadekirin. Reyhan xwest ku herdu dosya jî wekî dosayekê bên amadekirin û bên yekirin.
 
Dadger derbarê Fîgenê de biryar da ku doza li Amedê hat dîtin ji bo bi ya li Enqereyê re bê yekirin û ji bo guncaviya wê jî ji 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran agahî bê girtin û daneşîn talopî dema pêş kir.