Di doza Eylem Tîller de pêşketin tune ye: Ji ber zarokên xwe parast hat qetilkirin

  • 09:09 10 Îlon 2018
  • Hiqûq
AMED - Eylem Tîler a ku hat îdiakirin întîxar kiriye, hevjînê wê Huseyîn Tîller wek gumanbarê kuştina wê hat girtin. Lê di doza Eylemê de tu pêşketin tune ye. Zarokên Eylemê jî ji aliyê dadgehê ve teslîmî apê wan hatibû kirin. Hat îdiakirin ku kurê apê wan zarokan îstîsmara zayendî, li zarokan dike.
 
Di cotmeha sala borî de li Wêranşara Rihayê hat îdiakirin ku Eylem Tîller întîxar kiriye, lê malbata Eylemê got hevjînê wê ew qetil kiriye. Xwişka wê Emîne Aslan diyar kir ku zarokên Eylemê jî ji aliyê kurê apê wan ve rastî îstîsmara zayendî hatine û ji ber Eylemê xwestiye vê derxîne holê hatiye qetilkirin û niha jî zarokên wê ji aliyê dadgehê ve dane wî apî.
 
‘Zarok dan apê wan’
 
Emîneyê diyar kir ku doza Eylemê hîna didome û biryara veşarî li ser dosyayê ye û got: “Mêrê ku Eylem qetil kiriye niha di girtîgehê de ye û doz hîna nehatiye dîtin. Du zarokên Eylemê hene. Dabûn wargehê. Ez diçûm hevdîtina xwarziyên xwe. Peywirdar digot apê wan dixwaze wan bigire. Peywirdar digot her du alî jî dixwazin lê nikarin bidin her du aliyan. Her carê em mijul dikirin. Lê di serdana cejnê de em çûn yurdê û em hîn bûn ku zarok dane apê wan. Kurê vî apê wan jî li zarokan îstîsmara zayendî kiribû.”
 
‘Me bi dehan carî lêdan kir lê kes nehat kontrolê’
 
Emîneyê destnîşan kir ku ji bo velayeta zarokan bigirin serî li wargeha zarokan a Riha û Amedê dane û hemû şerdên dixwestin jî bi wan re hebûye lê kes ji bo kontrolê nehatine mala wan. Emîneyê ev tişt bi lêv kir: “Apê ku zarok biriye cem xwe 7 zarokên wî hene. Gelo dikarin bi zarokan re eleqeder bibin. Her wiha xwişka min çima hat qetikirin. Xwişka min hîn bûbû ku kurê, apê zarokan S.T zaroka wê ya mezin tacîz kiriye û çû cem S. Ji bo Eylem vê bûyerê dernexe holê hat qetilkirin. Me bi dehan carî ev anî ziman lê dîsa zarok dan apê wan. Me ji peywirdarên wargehê jî re ev got. Wan jî got ‘delîla we heye’. Delîla herî mezin xwişka min a niha di gorê de ye.”
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû parêzer û aktîvîstên jin kir û got bila jin û parêzer dengê wan bibihîse û got ew dixwazin zarokên wek şexsên xwedî hişmend mezin bikin.