Rojnamgera girtî Semîha Şahîn: Ji krîza hiqûqî desthilatdarî berpirs e

  • 09:15 9 Îlon 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Rojnamegera girtî Semîha Şahîn diyar kir ku ji krîza hiqûqî ya ku tê jiyîn, desthilatdariya ‘referanduma darazê’ ji ser zimanê xwe naxîne berpirs e û bang li hemû raya giştî kir ku tevlî runiştina wê ya di 10’ê îlonê de pêk tê bibe.
 
Edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin û girtin. Runiştina doza wê ya yekem di 10’ê îlonê de li 23’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin. Semîhayê beriya runiştinê nameyek ji ajansa me re şand û balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoyê.
 
Semîhayê bi lêv kir ku 5 meh e girtî ye û wiha got: “Me di stran û helbestan de ‘dîwarê ji kevir, deriyên ji hesin, mistek ezman…’ pir bihistibû. Yekane dîmena me ewrên bi  teşe dibin e. Bêguman refên çûkên koç dikin. Dengê mazgalan her çend ku têkilhev bibe jî têkiliya herî taybet ya bi derve re tê avakirin jî li gorî min ev deng in. Xeyal û bîranîn li pey hev tên di van deman de. Di alî fîzîkî de pisgirêk tune be jî mirov di rewşa girtinê de ne. Mirov vê herî zêde di nûçe û pêşketinan de fêm dikin. Televîzyon yek dengin. Nûçeyên ji navendekê dertê li her kanalê tên dubarekirin. Em Evrensel, Bîrgun û Cumhuriyetê digirin. Dereng be jî em dibin xwedî agahî.”
 
‘Rojên dişibin hev’
 
Semîhayê destnîşan kir ku girtîgeha Bakirkoyê bi giştî ne girtîgeha tecrîdê de ye û wiha pê de çû: “Kapasîta koxuşekê 36 kes e. Niha 36 kes hene. Ev jî ji bo me rewşek taybete. Ez rojên xwe bi xwendina pirtûkan derbas dikim. Jimartina sibehê dest pê dike. Piştre plana min çibe ez dest bi wê dikim.”
 
‘Wêneyên me kirine delîlên sûc’
 
Semîhayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji krîza hiqûqî ya tê jiyîn, desthilatdariya ‘referanduma darazê’ ji ser zimanê xwe naxîne berpirse û got: “Îdiayên der barê me de rastiyê nîşan nade. Wêneyên dema nûçeyan hatine kişandin jî ne sûcin. Ez bang li hemû rayagiştî dikim ku tevlî runiştina me ya di 10’ê îlonê de pêk tê bibin.”